7'ê Adara 2020'an: SELÎS carek din hat vekirin

  • 09:22 7 Adar 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
SELÎS di sala 2016'an de ji hêla qeyûma Êlihê ve hatibû girtin. Lê piştî ku şaredarî ket destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) carek din Navenda Piştevaniya Jinan a SELÎS'ê hat vekirin. 
 
2015: Di eniya Til Temir de fedekariya Ivana Hoffmann. Bi pêxistina çiruska şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê gur dibû re ji gelek deverên cîhanê şoreşgerên enternasyonalîst berê xwe dan eniyên cengê. Yek ji wan jî Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) ya ji Afrîkayê bû di eniya Til Temir a Kantona Hesekê de cihê xwe girt. Bi fedekariyek mezin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê heya nefesa xwe ya dawî şer kir û 7’ê adara ’an tevlî karwanê nemiran bû.
 
2019: Rojnamegerên jin bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyaniyek dan û gotin dê piştgiriyê bidin greva jinan a 8'ê Adarê. 
 
2020: Navenda Piştevaniya Jinan a SELÎS'ê ya ku di sala 2016'an de ji hêla qeyûm ve hat girtin carek din ji hêla şaredariya HDP'ê ve hat vekirin.