24'ê Sibata 2020'î: Zanyar Creola Katherine Johnson jiyana xwe ji dest da

  • 10:50 24 Sibat 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Zanyar Creola Katherine Johnson, di hesibandina mekanîk a rêgehê de serkeftî û navdar bû. Matematîkzan Creola ji bo wezîfeya xwe pêk bîne bû pêşenga bikaranîna kompîtûrê. Zanyar Creola li NASA’yê wekê jinek yekem a Afrîkayî û Amerîkî xebitî. Creola salek beriya niha jiyana xwe ji dest da. 
 
1874: Klara Kalnina di 24’ê sibata 1874’an li Rûsyayê hat dinê. Sala 1890’an li dibistana Jelgava yê çar sal xwend. Ji bo bidestxistina mafê jinan ê civakî û hilbijartinê têkoşîn daye. kiriye. Piştî Şoreşa Cotmehê sala 1920’an di Meclisa Zagonsaz a Letonya de hatî hilbijartin û bû yek ji pênc jinên hatî hilbijartin. 
 
1986: Rukmini Devi Arundale, ajalparêz, reqsvan di dîroka Hindîstanê de cara yekem jinek wekî namzeta endamtiya Rajya Sabhayê hat nîşandan. Rûkmînî ji bo avakirina kevneşopiya çanda Hîndistanê û keda destan her tim di nava xebatan de bû. 35 sal beriya niha Rukmini jiyana xwe ji dest ta. 
 
1920: Siyasetmedara Îngîlizî Nancy Witcher Langhome Astor, di sala 1919'an de li Îngilistanê wekî parlamenter hat bijartin. Di Kamaraya Avamê de cara yekem jinek bi cih bû. Nancy di 24'ê Sibata 1920’an de axivî û bal kişand ser mafê bikaranîna deng dayînê a jinan.
 
1956: Teorîsyen û fîlozofa Amerîkî Judith Pamela Butler, 65 sal beriya niha hat dinê. Judith, li Zanîngeha Calîfornîayê ya Berkeleyê mamostetî kir. Her wiha seroka Hannah Arendtê bû. Judith, di pirtûkên xwe de bal kişand ser tegehên zayenda civakî û teoriya performansa zayenda civakî pêş xist. Ev teorî li ser femînist û zanyariya queerê bandoreke mezin hişt. 
 
2009: Komîsyona Karkerên Jin ên DÎSK'î di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çûn serdana karkerên Sinterê. Di 22'yê kanûna 2008’an de ji ber ku di Yekitiya Metal-Îş ê de bi cih bûne 380 karkerên Sinterê ji kar hatin dûrxistin û 17 mehan li ber fabrîkayê li ber xwe dan. Piştî 4 sal şûnde karker mafê xwe bi dest xistin û carek din vegeriyan ser karê xwe. Komîsyona Karkerên Jin ên DÎSK'î di 24'ê sibata 2009’an de ji bo piştevaniyê çûn serdana karkerên Sinterê. 
 
2020: Zanyar Creola Katherine Johnson, di hesibandina mekanîk a rêgehê de serkeftî û navdar bû. Matematîkzan Creola ji bo wezîfeya xwe pêk bîne bû pêşenga bikaranîna kompîtûrê. Zanyar Creola li NASA’yê wekê jinek yekem a Afrîkayî û Amerîkî xebitî. Creola salek beriya niha jiyana xwe ji dest da.