9'ê Sibata 2002' yan: Du jinên Rojavayî agir berdan bedena xwe

  • 10:05 9 Sibat 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Ciwana - Fatma Mustafa û Dilar Sena yên Rojavayî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agir berdan bedena xwe. 
 
1826: Ruth Ke'elikolanî li Keanolani Kanahoahoayê hat dinê. Ji bo çanda Hawaii di nava têkoşînê de dû. Warîsa Kraliyeta Hawaiiyan bû. Heta emrê xwe ya dawiyê ji bo çanda Hawaiiyan li ber xwe da. 
 
1854: Aletta Jacobs li Sappemeer a Hollanda yê hat dinê. Di navbera salên 1876-1878’an de ji Beşa Bijîşkiyê a zanîngeha Amsterdomê mezûn bûye. Di heman demê de yek ji nûnera pêla yekem a femînîzmê li Holandayê ye. Femînîst û bijîşk Aletta ji bo mafê jinan ê perwerde û dengdanê dixebite û hewildide jinan di van xalan de têbigihîne. Di encama keda wan de sala 1917’an mafê pasîf ê hilbijartinê tê nasîn, di sala 1919’an de jî mafê hilbijartin û beştarbûna jinê a çalak ya di qada bijartinê de tê nasîn. 10’ê tebaxa 1929’an li Baarn a Hollanda yê jiyana xwe ji dest da.
 
1944: Helbestvan, nivîskar û femînista amerîkî Alice Walker hat dinê. Di nava malbatekî xizan de hat dinê. Ji ber qezayekî di 8 saliya xwe de çavek xwe winda kir. Di sala 1960'an de di nava tevgerên parastina mafên mirovan de cih girt. Bi Martin Luther King re xebiti. Gelek helbest û çîrok nivîsand. Di sala 2003’an de li ber Qesra Spî ya Amerîkayê li dijî şer tevlî çalakiyan bû û hat girtin. Alice, bi pirtûka xwe ya 'Rengên Mor' xebata Pulîtzerê girt û her wiha pirtûk bi navê 'Solên bi mor' bû fîlm. 
 
2002: Ciwana-Fatma Mustafa û Dilar Sena yên Rojavayî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agir berdan bedena xwe. Çalakî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk hat. Her du jin di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan. Ciwana bi eslê xwe Kobanê, Dilar jî bi eslê xwe Derîkê bûn.