8'ê Sibata 1911'an: Helbestvan Elizabeth Bishop hat dinê

  • 10:09 8 Sibat 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Helbestvan Elizabeth Bishop di 8’ê sibata 1911’an li bajarê Worcestera Amerîkayê hatiye dinê. Ji sala 1949’an heta 1950’an şêwirmendiya Helbestan a Kongreya Pirtûkan kiriye. Sala 1956’an ji ber serkeftina helbestên xwe Xelata Pulitzer û sala 1976’an jî Xelata Wêjeyê ya Navnetewiya Neustadt girtiye.
 
1850: Kate Chopin li Amerîkayê hat dinê. Di akademiyek a katolikan a keçan de perwerde dîtiye. Di sala 1890’an de çîrokên xwe yên despêkê di kovar û rojnameyan de diweşand. Romana wê ya despêkê bi navê şiyarbûn heman salê derketiye. Nivîsê hem di aliyê derunî de bîna wê fereh dikir û hem jî dahatek madî pê qezenc dikir. Bi hunera xwe ya nivîsê weke yek ji pêşengên feminizmê tê zanîn.
 
1926: Endama Partiya Komînist û hunermend Diamanto Kumbaki li Atina Pireya Yewnanîstanê hat dinê. Hej di biçûktiya xwe de Partiya Komînist a Yewnanîstanê naskir li dijî ewlekariya serdestan her tim di nava têkoşînê debû. Di 17'ê tabaxa 1944'an de ji hêla hevkarên Naziyan ve li gundê Kokkinakiya Yewnanîstanê hat girtin û bi îşkenceyeke dijwar re rûbirû ma. Diamonta ji ber îşkenceyê di 18 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
1870: Dibistana Keçikan a Dar-ul Muallîmat hat vekirin û 32 jinên ciwan bi ezmûnê mafê xwendinê girtin. 
 
1935: Di 5'ê kanûna 1934'an de cara yekem 17 jin wek parlamenter di parlamentoya Tirkiyeyê de cih girt.  
 
2004: Hunermenda Amerîkî û femînist Beyoncê 5 caran xelata Grammyê girt. Di koma Destiny’s Childe stran digot. Femîst Beyonce her tim ji bo serbixebûna jinan û bi hêzbûna jinan stranan digot. 
 
2015: Hunermed Muzeyyen Senar îro jiyana xwe ji dest da. Di sala 1918'an de li Kelesa Bursayê hat dinê. Di Radyoya Stenbolê de dest bi stran gotinê kir. Muzeyen di salên 1933'an de di Gazînoya 10'emîn a Belvuyê de stranên xwe got. Di sala 1998'an de wekî hunermanda dewletê hat bijartin. 
 
2015: Şaredariya Qoserê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) peymana Wekheviya di navbera jin û mêran a jiyana herêmî ya Ewropayê qebûl kir. 
 
2018: Kongreya Star ji bo Efrînê bangewazîya serî rakirinê kir.