7'ê Sibata 2016'an: Meclisa Demokratîk a Jinên Elewî hat îlankirin

  • 10:15 7 Sibat 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Hevserokên Dergehan û Komîsyonên Jinan ku li welatên cûr bi cûr ên Ewropayê di bin banê Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) de xebatên xwe dimeşandin, Meclisa Demokratîk a Jinên Elewî îlan kir.  
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1971: Di 7'ê Sibatê de mêrên Swîsreyî, ji bo ku jin jî wekî wan ji mafên demokratîk sûdê bigirin ser sendoqê û ji sedî 65,7'ê wan dengê 'erê' bi kar anî.
 
1998: Li Tirkiyeyê Komên jinan ku Kampanya li Dijî Tundiya li Nav Malê rêve dibirin, ji bo daxuyaniyên li du hev yên Wezîra Dewletê ya ji Jinan berpirs Işilay Saygin, şermezra bikin, di 7'ê Sibata 1998'an de roja Şemiyê, li Qada Taksîm a Navçeya Beyogluya Stenbolê daxuyanî dan.
 
2009: Di mhea Çileyê de Kolektîfa Feminîst hilbijartinên ku di 29'ê Adara 2009'an de pêk hatin girt rojeva xwe û li ser wan niqaş dan destpêkirin.
 
2015: Meclisa Şaredariya Sêrtê, ji bo ku wekheviya zayendan di nava civakê de pêk bîne, şertê di Jiyana Xwecihî de Wekheviya Jin û Mêr a Ewropayê qebûl kir. 
 
2015: Meclisa Jinan a KJA'yê ya Navçeya Pendîkê, li taxa Kavakpinar damezrandina xwe îlan kir. 
 
2016: Hevserokên Dergehan û Komîsyonên Jinan ku li welatên cûr bi cûr ên Ewropayê di bin banê Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) de xebatên xwe dimeşandin, Meclisa Demokratîk a Jinên Elewî îlan kir.