2'yê Sibata 1977'an: Sekreter ne mecbûrin qehwê çêkin!

  • 10:26 2 Sibat 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Iris Rivera li Illînoîsaya Amerîkayê li buroya hiqûqê wekê sekreter dixebitî. Ji ber ku li dijî servîskirina qehwê derket ji kar hat derxistin. Li dijî vê yekê bi navê "Women Employet" komek ava kir û li dijî newekheviya kar li Şikagoyê çalakiyek li darxistin. 50 jin di 2'yê sibatê de çûn nêzî buroya hiqûqê li vir derbarê çêkirina qehwê de perwerde dan parêzeran. Iris doz qezenç kir û carekdin vegeriya ser karê xwe. 
 
2018: Ji qada sînemayê 124 jin li dijî tacizê manifestoyek weşandin û diyar kirin ku taciza zayendî pirsgirêka pergalê ye. 
 
2018: Jinên li Îranê di meha kanûna 2017'an de li dijî desmalê bi navê "Çarşema Spî" li dar xistibûn û 29 jin di vê çalakiyê de hatin girtin. 
 
2020: Di hevdîtina Tevgera Jinên Azad (TJA) de Ayşe Gokkan weke berdevk hat hilbijartin.