Li Tirkiyeyê rastiya jiyana zarokan:Ji ser gelaşê hesinan kom dikin

  • 09:11 16 Kanûn 2018
  • Zarok
WAN - Sala 2018’an ‘Sala Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan re’ hat îlankirin û li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker 2 mîlyon e. Li Wanê 3 zarok ji ber rewşa aborî ya malbatê diçin ji gelaşê hesin û naylonan kom dikin.”
 
Bi armanca hestiyariya li hemberî têkoşîna bi karkeriya zarokan re bê zêdekirin sala 2018’an wek ‘Sala Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan re’ hat îlankirin. Di meha sibatê de bi îmzeya serokwezîrê demê Bînalî Yildirim re giştînameyek hat îlankirin û Bernameya Neteweî ya Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan re’ ku ji aliyê Koordînasyona Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê ve hat amadekirin ket meriyetê. Lê hîna tu pêngaveke ku şertên zarokan baş bikin pêk nehatiye.
 
‘2 mîlyon zarokên karker’
 
Hejmara zarokên karker ji 2018’an û vir de nêzî 2 mîlyonî ye. Li navçeya Îpekyolu ya Wanê 3 zarokên temenê wan di navbera 12 û 14’an de diguhere ji ber ku rewşa aborî ya malbatê destûr nade ji bo  lêçûna xwe ji ser gelaşê hesin û naylonan kom bikin. Li cihê ku zarok hesin û naylonan kom dikin, alavên tûj û berateyên sewalên mirî jî hen. Zarokên ku tendurisî û jiyana xwe dikin xeterê wiha dibêjin : “Rewşa malbatên me nebaşe. Ji ber vê em hesinan difroşin û lêçûna xwe derdixin.”
 
‘Agahiya dayika min tune’
 
Zarokê bi navê A. ku beyî malbata xwe hesinan ji çopê kom dike wiha dibêje: “Dayika min bibîne wê gelek xemgîn bibe. Rewşa me ya aborî ne başe. Ji er wê em ji gelaşê hesinan kom dikin lê  em ji bîhna berateyan bi bandor dibin. Em poşet dikin destê xwe û çopê ji hev didin alî. Dema diçim malê dayika min dibêje çi bûye. Ez jî dibêjim ez çûme maçê.”
Zarokan diyar kirin ku ew naxwazin wisa bijîn lê ji neçarî wisa dikin.