Ji çavên zarokên Efrînê berxwedan

  • 09:08 30 Mijdar 2018
  • Zarok
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Lîstika 16 zarokên neçar man ji Efrînê koçî gundê Babinis a Şehbayê bikin, lîstika bi navê ‘Efrîna me’ ye û bi vê lîstikê jî bêrîkirin û hesreta li hember warê xwe nîşan didin. Bi vê lîstikê ji çavên zarokan berxwedana Efrînê carek din tê jiyîn.
 
Ji ber êrîşên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û komên girêdayê wê yên li hember bajarê Efrînê, bi hezaran zarok neçar man axa xwe terk bikin û piranî li kampên Şehba û gundên derdora wê bi cih bûn. Zarokên neçar man rastiya şer nas bikin, di lîstikên xwe de jî hesreta li hember Efrînê didin der. Li gundê Babinis dengê zarokan li gund kelecan û coşek cuda pêk tîne. 16 zarokên xizmên hev in, hesreta li hember Efrînê di hewşa malekê de nîşan didin.
 
‘Bêdeng bin balafir tên’
 
Emîne 10 salî ye. Emîne lîstikvana sereke ya lîstikê ye. Emîne û Sozê mezinên malê ne. Şehmuz, Demhat, Hemodê, Fehîme, Cemal, Kemal, Aya, Ahmet, Amara, Şîrîn, Arîn, Orîvan Fatma, Mizgîn dikenin.Min demek dirêj ew temaşe kirin. Zarok bêyî agahî dilîzin. Kenekî wisa xweş yê Fehîmeyê heye, dema min ew dikşand min ferq kir.
 
Min got ez dixwazim we temaşe bikim. Hemû qutiyên konserve yên derdorê kom kirine û wek qedeh bi kar tînin. Çayê didin hev. Gîha tînin û xwarinê çê dikin. Emîne di carekê de dibêje ‘bêdeng bin balafir tê’. Her kes dibêje ‘bila bê em ji balafirê natirsin’. Navê lîstikê jî ‘Efrîna me’ bû.
 
‘Em ê xwe biparêzin’
 
Mijara lîstika zarokan jî êrîşên Tirkiyeyê ne. Zarok dibêjin ‘Erdogan çete anîn Efrînê. Hevalên me qetil kirin. Mala me talan kirin. Her tiştên me dizîn.’ Emîne diqîre û dibêje: “Amade bin. Dibe çete hema êrîşî me bikin. Em ê derkevin ser girekî mezin û xwe biparêzin.”
 
Herî dawî Fehîme dibêje ‘Em biçin Efrînê’ û zarok nîşana serkeftinê dikin û dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ berz dikin.