Efrîn di dil, rih û mejiyê zarokên Efrînê de zindî ye

  • 09:02 22 Cotmeh 2018
  • Zarok
Tolîn Muhemed-Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku ji top û balafirên dewleta tirk  ji Efrînê derketin ku nebin qurbanê topan li Kantona Şehbayê bi cih bûn li ser vegera li  Efrînê wiha gotin:"Em wek Zarokên Efrînê tu caran dev ji zimanê xwe bernadin,em ê perwerdeya xwe li Şehbayê di nav hemû zehmetiyan e berdewam bikin heta ku em vegerin Efrînê."
 
Efrîn bûye kaniya evîna her zarokekî, her tim peyva Efrînê li ser zimanê her mirov û zarokekê ye. Her wiha  Zarokên Efrînê yên ku li Efrînê ji bin top û balafirên dewleta tirk ji dibistanên xwe derketibûn, îro li Kantona Şehbyê di nav zor û zehmetiyan de li Kampan perwerdeya xwe dewm dikin û dibêjin ku heta zarokek li Efrînê hebe wê zimanê xwe yê Dayîkê fêr bibe û li gel hînbûna zimanê xwe ew ê vegerin Efrînê, ji ber ku Efrînê ya zarokên Efrînê ye.”
 
Zaroka bi navê Evîn Rîhanî û Lorîn Osman ku hestên xwe anîn ziman wiha gotin:”Heta zarokek ji me hebe em ê dev ji zimanê xwe yê dayîkê bernedin. Her tim dewleta tirk êrîşî zimanê me dike û dixweze qir bike, lê em ê wek zarokên Efrînê  di nav hemû şert û mercên zehmet de perwerdeya xwe dewam bikin û vegerin Efrîna xwe.  Ji ber ku baweriya me bi şervanên me  heye ku wê Efrînê rizgar bikin û em ê vegerin.”
 
'Tu kes nikare me ji dibistanên me dûr bike'
 
Hemîd Yusif û Roxweş Qasêm jî wiha gotin:”Erdogan ê ku qatîlê zarokan e nikare zarokên Efrînê ji dibistanan wan dûr bike.  Ji ber ku zimanê me nasnemeya me ye. Her wiha em zarok pêşeroja civaka xwe ne û em ê Efrînê ji dagirkeran re nehêlin. Efrîn di dil,rih û mêjiyê me de zindî ye.”
 
Her wiha zaroka bi navê Ceylan Dewid û Selwa Muhemed Yusif jî ev tişt gotin”Li Efrînê dewleta tirk li pêşiya çavên me hevalên me bi top û balafirên xwe yên şer qetil kirin û êrîş dibistanên me kir.  Lê bila baş zanibe ku tu carî em ê Efrînê dest ji  Efrînê  xwe bernedin. Em wek Zarokên Efrînê em ê tola hevalên xwe hilînin û di demek nêz de bi serbilindî vegerin Efrîna rengîn.”
 
Bi hêviya rizgarkirina Efrînê dijîn
 
 Ji aliyê din ve zaroka bi nanê Avêsta Alo û Hesen Abdo jî hesetên xwe anîn ziman ku ew ê Efrîna wan ji destê çeteyan bê rizgarkirin û ev tişt gotin:”Ger ku MafêN Mirovan hebûna ew ê rê nedana Erdoxan ku Efrînê dagir bike.  Bi sedan hevalên me hatin qetilkirin lê hîn bêdengiya MafêN Mirovan dewam dike.”
 
Di dawiyê de Muhemed Omar û Meyem Muhemed jî bi lêv kirin ku hemû zarokên Efrînê li piş lehengên xwe ne û ew ê nehêlin ku çete li Efrên rehet tevbigrin.  Niha em ji  ji Efrînê derketine,lê em perwerdeya xwe bi zimanê dayîkê berdewam dikin û heta ku em vegerin Efrînê jî em ê vê perwrdeya xwe bidomînin.”