Rûyê hovane yê dagirkeriyê û şer: Zarokên ku xeyalên wan hatin dizîn

  • 09:52 2 Tebax 2018
  • Zarok
Lilav Eli
 
ŞEHBA - Zarokên ku li Efrînê bi rûyê şer ê bi xof rû bi rû man hîn ew travmaya ji bîr nekirine û dibêjin:"Em tu carî efû nakin."
 
Axa ku top, bombe û derb li ser tê reşandin... Gelek zarok di bin bandora pêkanînên qirêj ên ji kapîtalîzmê xizmetên dikin, tên. Loma bi milyonan zarok hatin mexdûrkirin û qetilkirin. Zarokên Efrînê yên ku di encama êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê de ji van zarokanan e. Ev zarokên ku bûn şahidê dîtina cenazeyên zarokên ku bedenên wan parçe parçe bû, êşek mezin di dilê wan de da der. 
 
Dewsa pêlîstokan çek!
 
Zarokên ku mecbûr man ji Efînê koçî Şehbayê bikin di rûyê wan de hîn şopa şer xuya dike. Di destên wan de dewsa pêlîstokên wekî top, erebe niha çekên ku wan bi destên xwe çê kirine heye. Ev yek nîşan dide ku şer bi çi awayî bandorek neyînî li ser derûniya zarokan kiriye. 
 
Travmaya dengê balafiran 
 
Malbata Hemo ya li gundê Xilankaya Bilbilê ne ew jî ji Efrînê koçî Şehbayê bûn. Di nava malbatê de 13 zarok hene û zarok her tim pirsên wiha dipirsin:" Çima dema ku balafiran li hevalên me xist hevalên me parçe parçe bûn?." Zarokên li Şehbayê dema ku balafir derbas dibe ditirsin. Ew tiravmaya serdema şer de ji ser xwe neavêtine. 
 
'Gunehê zarokan çi ye?'
 
Zarokê 8 salî û navê wî Muhammed dibêje:"Em ê biçin buhuşta xwe Efrînê. Gunehê me zarokan çi ye? Çima nehiştin em lîstikên xwe bilîzin? Me çi bi kê kir? Em li ser axa xwe bi aramî dijiyan. Çima xeyalên me hilweşandin?"
 
'Êdî lîstikên me her şer e'
 
Delala 11 salî jî wiha dibêje:"Em zarok in em ji şer hez nakin. Em ê qet wan efû nekin. Efrîn a me ye." 
 
Roniyê 12 jî got:"Me nizanîbû çek çi ye. Tiştên ku em jiyan çek hînî me kir. Em bi komkujiyan rû bi rû man. Lîstikên me êdî her şer e."
 
'Em ê zarokên xwe li cihê ku xeyalên wan hatin dizîn mezin bikin'
 
Kewser Hemo anî ziman ku ji bo zarokên xwe biparêzin ew her tiştî dikin û got:"Em 58 rojan bi êrîşên TSK û komên girêdayî wê rû bi rû man. Wan dema ku bi hemû teknîkên xwe yên pêşketî êrîşî me kirin me serî hildan. Tiştên ku em jiyan kes nejiya. Zarokên me ji ber dengên balafiran nikarin razên. Ez dayik im û li pêş çavên min gelek zarok hatin qetilkirin. Zarokên me derûniya wan xirab bû. Zarokên me dema hatin Şehbayê bi xeyalên ku ew ê dîsa vegerin Efrînê dijîn. Me çawa li Efrînê li ber xwe dan em îro li Şehbaye jî li ber xwe didin. Em ê bi serbilindî biçin Efrînê li cihê ku xeyalên zarokên me hatin dizîn em ê wan mezin bikin."