Abdîn bi wêneyên ku xêz dike dixwaze hovîtiy li Efrînê vedibêje

  • 12:11 29 Hezîran 2018
  • Zarok
Lîlav Elî-Ferîde Zede
 
ŞEHBA-Temenekî biçûk û dilekî mezin Abdînê 10 salî xeyalên xwe yên ku di bin topebaranan de mane, fikirên xwe, berxwedana 58 rojan û qetilkirina hemû hevalên xwe bi wêneyên ku xêz dike vedibêje.
 
Abidîn Mistefa yê 10 salî ku ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya Efrînê ye ku bi malbata xwe re koçî Şahbayê kiriye ji malbetekê ku ji 4 xweşik û birayan pêk tê ye. Abdîn li Efrînê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û qetilkirina zarokan bi çav dît,îro li şûna ku bi lîstikan bilîze dixweze ku bi wêneyên xêz dike hemû hovîtî û êrîşên ku li ser wan hatîn kirin ji raya giştî re ragihîne.
 
Abdîn wiha got:"Dema ku ez ji Efrînê derketim ew hovîtiya ku li ser Efrînê hat kirin êşek mezin xist dilê min û ew zarokên ku li ser riyan hatin qetilkirin hîna li ber çavên min in. Ez wekî her zarokek Efrînê piştî ji Efrînê derketim hemû xeyalên min li şûna min man û min xwest ku ew hovîtiya hatiye kirin û xeyalên min ên li şûna min man bi wêneyekî ji cîhanê re ragihînim.”
 
'Ez ê xeyalên xwe bi wêneyan xêz bikim'
 
Di dawiyê de Abdîn wiha got:”Rast e  temenê min bi çûke lê dilê min mezin e Erdogan ê qatîlên zarokan xeyalên me talan kirin,lîstikên ku min bi hevalên xwe re dilîstin xera kir. Lê dîsa ErdoGan wê nikaribe Efrînê ji dilê me dirxîne ez wek zarokek ji Efrînê ez ê hemû hestên xwe ji bo Efrînê bînim ziman û bi wêneyan xêz bikim.”
 
'Di hemû wêneyên xwe de Efrînê xêz dike'
 
Dayîka Abdîn Gulistan Ebdo jî wiha bahsa lawê xwe kir:”Abdîn li dibistanê diçe refa 4'an. Abidîn ji gelek ji stranan hez dike û di heman demê de wêneyan jî xêz dike. wênexêz re heye, Ji dema ku Efrînê hatiye dagirkirin û virde hemû sitranên xwe li ser Efîrînê dibêje. Di demên dawîn de bêhtir  wêneyên ku Efrînê vedibêjin xêz dike û dixweze ku hovîtiya li ser Efrînê ji aliyê dewleta tirkve hatiye kirin bi wêneyên ku xêz dike vebêje. Abidîn bû şahidê hovîtiya dewleta tirk.”