Karê Arda ji temenê wî mezintir e!

  • 09:07 21 Hezîran 2018
  • Zarok
Zeynep Durgut 
 
MÛŞ - Li her bajarek û  kolanek Kurdîstanê mirov dikare zarokên karker bibîne. Arda jî yek ji van zarokan e. Her roj barê xwe digire ser milên xwe û ji bo ku ji malbata xwe re bibe alîkar berê xwe dide kolanan. 
 
Li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker her roj zêde dibe. Li hemberî parastina mafên zarokan heyanî niha jî aliyê hikûmetê ve bi tu awayî gavên girîng nehatine avêtin. Herî zêde jî mirov dikare zarokên karker li bajarên Kurdîstanê bibîne. Li her kolanek, taxekê bêgûman zarokekên karker hene. Her awirek zarokekî li her kolanekî dikeve pêşberî me. Yek ji van zarokan jî  Arda Kiziltepe  ye.
 
Karê ku Arda dike  ji temenê wî mezintir e
 
Arda di temenê xwe yê 12 salî de barikî giran digire ser milên xwe û ji bo ku debara malê bike berê xwe dide kolanên Kopê. Begûman kolana ku Arda neçûyiyê  tune ye. Arda, Her roj serê sibehê seat di 8'an de dest bi boyaxkirina pêlavan dike û heyanî roj aava dibe karê xwe berdewam dike. Li van kolanan êdî arda û şensê xwe dimînine ji bo ku pere bi dest bixe.
 
Arda diyar kir ku ew hem diçe dibistanê hem jî bi boyxkirina pêlava debara malbata xwe dike û wiha axivi;"Em 8 xwîşk û bira ne. Ez her roj serê sibehê seat di 8'an de têm li ser papûran rûdinim. Li ku derê civat hebe ez berê xwe didim wir. Pir zêde zehmetiyê dikşînim û diwestim. Ji ber ku ez heyanî êvaran tenê 25 TL  qezenc dikim. Ez bi vî pereyî debara malê dikim. Hem diçim dibistanê hem jî pereyê ku ez qezenc dikim, ji malbatê re dibe piştgirî. Ez ji ber ku vî karî dikim, nikarim waneyên xwe bixebitim. Ji min re dibe asteng. Lê çare tune ye, dibê ez alîkariya malbata xwe bikim."
 
'Dema ku mezin bibim dixwazim ji malbatên xizan re bibim alîkar'
 
Di berdewamiya aixftina xwe de Arda anî ziman ku ew dixwaze gava ku mezin bû ji her malbatek û zarokên ku rewşa wan ji aliyê aborî ve nebaşe re  bibe alîkar û wiha got:"Ez pir dixwazim ku di pêşerojê de bibim xwedî gotin. Gelek hevalên min hene yên mîna min. Ew jî ji bo ku ji malbata xwe re bibin alîkar vî karî dikin. Tenê ev kar heye em bikîn. Gava ku ez mezin bûm ez dixwazim ji her malbeteke û zarokekên ku rewşa wan ji aliyê aborî de nebaş re bibim alîkar." 
 
Bi van gotinên Arda yên dawî jiyan ji nû  ve watedar dibe. Li  kolanên Kurdîstanê awirên zarokan dibe, rêbertiya heqîqetê û her awirek Arda li hemberî bêmafî, bindestîyê serî hil dide, di nav  xewnên azad de...