Mamosteyên dildar zarokan perwerde dike

  • 09:11 28 Sibat 2018
  • Zarok
ÎZMÎR - Ekîba Zarokê Bisîkletê ku ji mamosteyên dildar pêk tê, ji bo zarokên derfetên wan ên perwerdeyê tune perwerdehiyên weke veguhestin, kukla, atolyeyên rîtmî û zanistî dide. Ekîba Zarokê Bisîkletê ji aliyê hîndekarên dildar ve li Îzmîrê hat avakirin, ji bo zarokên derfetên wan ên perwerdeyê tune qûrsên cuda dide. Ekîb ev ji salekê zêdetir e perwerdeyê dide û bi atoleyeyên veguhestinê, kukla, rîtmê zarokan perwerde dikin.
 
Mamosteyên dildar ên ji qadên cuda xwe pêş xistine hatin cem hev Ekîba ku li Amedê jî xebatek bi vî rengî meşandiye, niha li Malacemê ya Yamanlar di atolyeyan de bi zarokan re tên cem hev. Yek ji damezerînera ekîbê Mehtab Alîşan diyar kir ku ew projeyên ku bi dê û bavan re jî bên cem hev hedef dikin û got dildarên di qada xwe de bûne pispor jî dikarin tevlî faliyetên wan bibin û got ew dixwazin ji derveyê Îzmîrê jî atolyeyan ava bikin. 
 
‘Hewcedariya malbatan jî pê heye’ 
 
Ji ekîba pisîkletê Eylem Guler Yildirim jî got wan ewil cihên ku perwerdeyê bidin tespît kirine û got bi qasî zarokan hewcedariya dê û bavan jî bi van perwerdehiyan heye. Eylemê bi lêv kir ku tiştên zarok hîn dikin nikarin bi malbatê re parve bikin an jî ji ber derfetên aborî nikare dubare bikin. Eylemê di dawiyê de destnîşan kir ku bi alîkariya ji psîkologên dildar digirin wê ji bo malbatan jî projeyê derxin.