Zarokên Kobanê: Bila zarok bijîn

  • 11:46 4 Sibat 2018
  • Zarok
KOBANÊ - Zarokên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Efrînê û bi taybet kuştina zarokan bertekên xwe nîşan dan.
 
Rojane bênavber gelê Herêma Efrînê rastî bombebarana balafirên artêşa tirk tê û di encamê de gelek sivîl jiyana xwe jidest didin. Yên ku ji van êrîşan herî zêde zirarê dibînin jî zarok in, zarok bê sûc û bê guneh dibin qurbana êrîşên dewleta tirk. Li hember van êrîşan zarokên Kantona Kobanê yên Herêma Firatê bertekên xwe nîşan dan.
 
Ji van zarokên ku bertekên xwe nîşan dan yek jê jî Roj Husên e. Roj berteka xwe li hemberî kuştina zarokên Efrînê bi nivîsekê anî ziman û wiha got "Ez dixwazim baran li Efrînê bibare û vemirîne agirê ku di mal û taxan de pêketiye, dest bide zarokên wê, bikuje dijminê wê, ruh bide mirovên wê û av bide zeytûnên wê. Hegr di bajarên kurdan de şervanên weke Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr hebin wê ticaran ew bajar nekeve."
 
Zarokê bi navê  Mustefa Qadir jî got ku Erdogan hemû dibistanên zarokên Efrînê xira kirine û berteka xwe wiha nîşan da: "Ma zarokên Efrînê çek li hember Tirkiyeyê hildane ku Tirkiye bi balafirên xwe êrîşî wan dike. Ger ku Erdogan natirse bila were sîng bi sîng bi şervanên me re şer bike û bila bi riya balafirên xwe dibistanên Efrînê xirab neke û zarokan qetil neke."
 
Zaroka binavê Xwîncan Walî jî wiha got:"Ez naxwazim ti zarok werin kuştin, ne zerokên ereb û ne jî yên kurd. Dixwazim ku zarok bijîn."
 
Di heman demê de Rizgar Elî jî wiha got: "Tirkiye zarokên biçûk qetil dike û komkujiyan pêk tîne, lê tevî hemû tiştî jî em ê weke zarok li pişta Efrînê bin û em ê nehêlin ku tu kes axa Efrînê dagir bike."
 
Di dawiyê de Dildar Şêx Ehmed jî ev tişt got: "Bila zarokên Efrînê xeman nexwin, zarokên Kobanê bi wan re yek in."