Ji Esîn Komanê li dijî xêzefîlmên şîdetê dihewîne ji bo malbatan pêşniyar

  • 09:29 21 Çile 2018
  • Zarok
Habîbe Eren
 
ENQERE - Ji Komeleya Zarokan Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin, Esîn Koman diyar kir ku şîdet dikare pêşî lê bê girtin û got zarok herî zêde vê di xêzefîlman hin dibibin û ji bo malbatan pêşniyar kir.Esînê got: “Ji bo pêxistina zîhnî ya zarokan divê mekanîzmayek bê avakirin.”
 
Di roja îro zarok gelek di bin bandora televîzyonan de dimînin. Li gorî lêkolînên tên kirin, bi bandorbûna zarokan a ji televîzyonan li gorî temen, pêşketin, faktorên malbat û derdorê û bernameyên temaşe dike cudahiyê nîşan didin.
 
Ji Komeleya Zarokan a Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin,  Pispora Pêşketina Zarokan Esîn Koman bandorên neyînî û erênî yên xêzefîlman a li ser zarokan nirxand û ji bo malbatan pêşniyar kir.
 
Esînê bi lêv kir ku ji bo pêşketina zarokan girtina agahiya dîtbarî  tiştekî erêniye lê dema li ber televîzyonê tê derbaskirin divê rast bê nirxandin û got: “Em dizanin ku di demên dawî de di xêzefîlm û bernameyên televîzyonan de pirsgirêk heye. Malbat jî van dibînin. Em di vê mijarê de bi pisporên pêşketina zarokan re jî diaxivin.
 
‘Ger rast bê bikaranîn bi xêzefîlman re fêde ye’
 
Esînê got ji bo pêşketina zîhnî ya zarokan temaşekirina xêzefîlman heta cihekî bi fêdeye û wiha berdewam kir: “Ziman û hişê dîtbarî yê zarokan, dema ku baş bêbikaranîn  pêş dikeve. Zarok zû hîn dikin. Dema li gorî temenê zarokan bê kirin û taybetiyên pêşketina wan li ber çavan bê girtin û şîdet têde tinebe, piştgiriyek mezin dide pêşketina zarokan.
 
‘Malbat faktora girînge’
 
Esînê daxuyakirin ku di temaşekirina xêzefîlmên dan faktora malbatê girînge û got: “Malbat nizanin çi bi zarokan bidin temaşekirin. Tevî vê zarokan nekarin ji ber televîzyonê bigirin. Naverokê nekarin bişopînin.  Gelek bi fikarin an jî zarok vala hiştine. Dibêjin çi temaşe dikin bila bikin. demek dirêj zarok li ber tv bimînin pêşketina wan asteng dike.  Nekarin têkiliyê deynin. Zarok civakî nabin. Zarok hemû hewcedariya xwe ji televîzyonê digirin. Ger ne li gorî temenê zarok be divê demek kurt pê bê temaşekirin. Di xêzefîlman de şîdet heye.  rewşên newekheviya zayendî û mîlîtarîzm heye. Ji ber vê divê baş bê kontrolkirin û bi zarokan bidin temaşekirin.
 
Esînê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo zarok ji ber televîzyonê bê durxistin divê bi zarokan re lîstik bên lîstin, her wiha bi hevalan re bên cem hev û bilîzin. Her wiha Esînê diyar kir ku divê bi zarokan re pirtûk bên xwendin.