Mêvana şevên dirêj Zarok TV

  • 09:06 24 Kanûn 2017
  • Zarok
WAN- Zarok Tv ya di şevên dirêj yên zivistanê de bi reng û pir zaravayan eleqeyek mezin a zarokan dibîne, rastî eleqeya malbatan jî tê.
 
Zarok Tv ya yekem kanala zarokan a Kurdiye bi bername û renginiya xwe ji 7’an heta 70’ê rastî eleqeya her kesî tê. Li navçeya Artemîta Wanê zarokên bi rojê kêfa berfê derdixin, êvarê jî bi kelecanek mezin Zarok Tv temaşe dikin.  Zarokên li dora sobeya bi sergînan dişewite tên cem hev, şevên xwe li ber xêzefîlm û stranên Zarok Tv derbas dikin. Ma tenê zarok? Malbat  bi kêfek mezin xêzefîlmên Kurdî yên zarok Tv temaşe dikin.
 
Zarok xwedî li zimanê xwe derdikevin
 
Zaroka bi navê Ruken Kumlî ya 13 salî  stranên koroya zarokan ya di Zarok Tv de tê weşandin distirê û xêzafîlma ku herî zêde jê hez dike jî Şîrînok e (Şîrînler).Ruken lîstikên ji Tv hîn dike bi hevalên xwe re dilîze, bi saya zarok Tv stranên Kurdî distirê.
 
Makbule Kumlî ya 65 salî jî diyar kir ku ew her tim Zarok Tv temaşe dike û wiha got: “Em çiqas bi zarokên xw re kurdî biaxivin jî ji ber diçin dibistanê Tirkî hîn dikin. Ev jî dibû sedema ku zimanê xwe jibîr bikin.  lê zarok Tv ji bo zarokan bernameyên bi kêf yên bi zimanê wan pêşkêş dike. Ez pêşniyar dikim ku her dayik û bav Zarok Tv bi zarokên xwe bidin temaşekirin. Ji bo pêşketina zarokan gelek girînge.”