Zarokên li Keleha Enqereyê dixebitin: Li şûna xebatê min dixwest ez li dibistanê bûma

  • 09:36 11 Kanûn 2017
  • Zarok
Habîbe Eren
 
ENQERE - Zarokên li taxa Kaleyê ya Enqereyê dijîn ji ber dixebitin nikarin bixwînin. Zarokên temenê wan di navbera 8 û 13’an de diguhere, beşek mezin a dema xwe li Kelehê bi xebatê derbas dikin. Zarokên dibin şahidên firotina hişberê jî, xeyala wan a herî mezin ew e ku 'ji bo kesên xerab bigirin, bibin Supermen.'
 
Zarokên li taxa Kaleyê ya Enqereyê di xaniyên wêran de dijîn, li şûna biçin dibistanê neçar dimînin ku bixebitin. Zarokên li gel sermayê, dixebitin, li dijî pergalê bêparastin in. 
 
Azad Demîrkiran ê 13 salî ku li Kaleyê dijîn ev çar sal in li Kaleyê li darbuqê dide û 7 xwişk û biran in. Piştî bavê xwe wenda dike, dest bi xebatê dike û dayika wî jî dixebite.
 
‘Min dixwest ez li dibistanê bim’
 
Azadê ku divê biçiya pola 7’an ev sê sal in ji ber xebatê naçe dibistanê û diyar kir ku ew dixwaze perwerdeya muzîkê bigire û got ew li şûna li dibistanê be dixebite.
 
Azad diyar kir ku rojê 20-30 lîra qezenc dike û got: “ Min dixwest şert û mercên min baştir bûna. Li Kaleyê hemû zarok wisa ne. Em hemû li kolanê dixebitin. Xeyala min a herî mezin doktorî bû. Ez dixwazim alîkariyê bidim nexweşan.”
 
Alî Turan ê 12 salî jî li taxa Kaleyê dibistanê dixwîne û  sê xwişk û bira ne. Bavê wî li taxê  li darbuqê dixe. Alî diyar dike ku ew li şûna xebatê dixwaze biçe dibistanê û got xeyalê wî ya herî mezin bibe Supermen û xeraban bigire.
 
Umut Demîrkiran ê 11 salî jî diçe pola 5’an û got ew jî dixwaze bibe zanist. Berkan Turan ê 15 salî jî diyar kir ku ew dixwaze biçe konservatuarê û bibe muzîkjen.