Li Tirkiyeyê dîmenên ‘newekheviyê’: Ji bo xwendinê neçarin bixebitin

  • 09:14 4 Kanûn 2017
  • Zarok

Fîlîz Zeyrek

EDENE -  Li Edeneyê zarokên ji derveyê saetên dibistanê bi boyaxkirina pêlav û firotina çakmakan piştgiriyê didin malbata xwe, hinek dixwazin bibin mamoste, hinek dixwazin bibin doktor... Xeyalên wan ji hev cudatir in. Lê newekheviya ku dijî wan tê kirin, wek hev e.
 
Di destên hinekan de firçeya boyaxê, di destên hinekan de çakmak û tizbî… Alavên destên wan cudanne lê biçûkbûna destên wan wek hev in. Ji bo ew pênûs û lênûskê bigirin destên xwe neçarin firça boyaxê bigirin destê xwe. Zarok ji bo lêçûna dibistana xwe peyda bikin dixebitin. Bê guman tu newekhevî û bêdadî pêşî li xeyalên wan nagire. 
 
‘Ez ê bavê xwe rehet bikim’
 
Ramazanê  10 salî behsa xeyalên xwe kir û got ew dixwaze bibe doktor. Ji ber dixwaze bavê xwe yê nexweş rehet bike. Ramazan got piranî dawiya hefteyê dixebite û got: “ Rojên din ez dersên xwe çêdikim. Ez tizbî û çakmagan bi tevahî digirim û li sûkê difiroşim. Malbat nahêle ez bixebitim. Lê dîsa ez ji bo lêçûna dibistanê dixebitim.”
 
‘Dema zabiteyan dibînim direvim’
 
Ramazan diyar kir ku ew li kolanê bi gelek xetereyan re tên rû hev lê ya herî zêde wî ditirsîne zabiteyên şaredariyê ne û got dema wan dibînin bi lez direve.
Omer yê boyaxa pêlavan dike jî ne tenê dawiya hefteyan, nava hefteyê jî dixebite û got: “ Pereyê qezenc dikim didim dayika xwe. Dayika min ji bo lêçûna dibistanê xerc dike. Ez naxwazim li malê rûnim. Xebat xweş e.”
 
Omer di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew 6 xwişk û bira ne û loma piştgiriyê dide malbata xwe.