Li tevahiya cîhanê zêdeyê 8 hezar zarok hatine kuştin

  • 12:44 6 Cotmeh 2017
  • Zarok
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Rapora NY'ê  îsal li tevahiya cîhanê zêdeyî 8 hezar zarok di şerê bi çekan de, hatin qetilkirin.
 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres rapora xwe ya "Zarokan û Têkoşîna Çekan" ya salane diyar kir û bal kîşand ser binpêkirinên mafên zarokan a li Afganîstanê, Îraq, Sûriye, Yemen, Komara Afrîkaya Navîn, Komara Kongo ya Demokratîk, Mali, Myanmar, Somalî, Sudan û Sudan a Başûr.
 
Li gor raporê bi giştî li cîhanê zêdeyê 8 hezar zarok hatine qetilkirin. Di raporê de hat ragihand ku li Afganîstanê 3 hezar 512 zarokan an jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne. Neteweyên Yekbûyî got ku ew hejmara herî bilind a li Afganistanê bû. NY'ê diyar kir ku 340 zarok li Yemenê û 299 jî li Sûriyeyê ye hatine kuştin û birîndar bûne.
 
Herwiha di raporê de hat diyarkirin ku çek dane destên  bi sedan zarokan û bi wan şer dane kirin, zarok rastî îstîsmara zayendî hatine û an di êrîşên li ser dibistanan de hedef hatine girtin. Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de aşkera kir ku hejmara zarokên ku mafên wan hatine binpêkirin bi êrîşên ji  aliyê li Eş Şebab, Boko Haram, IŞİD û Talîbanê re  6 hezar 800 li vê hejmarê zêde bûne.