Dr. Ayşe Ugurlu: Ji tenduristiya gel wêdetir aborî esas tê girtin

  • 09:05 2 Gulan 2021
  • Tenduristî/Werzîş
 
ENQERE - Endama Lijneya Rêveberiya ATO Ayşe Ugurlu pêvajoya girtina 17 rojî nirxand û got: “Ji tenduristiya gel wêdetir aborî esas tê girtin. Helwestek polîtîk a ku berjewendiyên sermayê esas digire mijara gotinê ye. Piştî vê pêvajoyê em ê rewşeke pandemiya nerehestiyên kronîk an jî pandemiya birbîbûnê bijîn.”
 
Di çarçoveya tedbîrên pandemiyê de pêvajoyeke 17 rojî ji hêla serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hat destpêkirin. Di serî de kedkarên tenduristî û siyastmedar, gelek aliyên civakî bertek nîşanê vê biryarê dabûn û her wiha diyar kiribûn ku pandemî baş nayê birêvebirin. Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Ayşe Ugulu derbarê 17 rojî de nêrînên xwe anî ziman. 
 
‘Helwestek ku berjewandiyên sermayê esas digire heye’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku ji roja pêvajoya pandemiyê destpêkiriye rêxistinên pîşeyî anîne ziman ku divê girtina giştî pêk bê, lê ev tu car pêk nehatiye li şûna vê helwestên ku aborî û siyaset esas tê girtin pêk hatine. Ayşeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Şertên pandemiyê li ber çavan nayê girtin û kongre pêk tên. Vîrus bi vî awayî belav bû. Mirov ji şertên pandemiyê hatin derxistin. Helwestek polîtîk ya ku berjewendiyên sermayê û aboriyê esas digirin mijara gotinê ye. Me her tim got ku tenduristiya gel bi rêbazên zanistî nayê birêvebirin. Me her tim got ku divê girtina giştî pêk bê. Me got ku divê hilberîn bi giştî bê girtin û ji bo hemû kesên esnaf yên rojane aboriya xwe qezenc dikin piştgiriyê bibînin."
 
‘Em ê pandemiya birçîbûnê bijîn’
 
Ayşeyê balkişand ser pêvajoyê û da zanîn ku piştî vê wê pandemiya nexweşiyê kronîk û birçîbûnê bijîn û wiha fikarên xwe bi lêv kir: “Pandemî xwegîhandina ximzeta tenduristiyê kêm kir. Kesên nexweşiyên wan yên kronîk heye di vê mijarê de zehmetî kişandin. Kesên divê bihata dermankirin, dermankirina wan dereng ket. Kesên nikarin debara xwe bikin ji bo wan tişta esas birçîbûne. Mirov hatine asta ku nikarin debara xwe bikin. Welatê me welatekî ku belatî lê zêde bû, bi pandemiyê re ev girantir bû.”
 
Ayşeyê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Pêvajoya girtinê bi meha Remezan û cejna Remezanê re kirin yek. Di vê pêvajoyê de fotina alkolê ku wek mudaxaleyek terza jiyanê ye hat qedexekirin. Ev hemû li welatekî demokratîk divê neyên kirin. Ev rewş hemû hatine plankirin. Pêşiya me havîne. Sektora turîzmê tê. Amadekarya sezona turîzmê tê kirin. Beriya her tiştî divê jiyana mirovan li ber çavan bihata girtin.”