'Rojane 500-600 pêketiyên koronayê li Amedê tên tespîtkirin’

  • 16:43 13 Mijdar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Rapora vîrûsa koronayê ya meha îlon û cotmehê ji hêla Odeya Bijîşkan a Amedê ve hat aşkerakirin û hat diyar kirin ku li Amedê rojane carna bi ser 800’î û rojane teqrîben 500-600 weqayên koronayê tên tespîtkirin.
 
Odeya Bijîşkan a Amedê rapora vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a mehên îlonê û cotmehê li ser bernameya Zoomê bi raya giştî re eşkere kir. Odeya Bijîşkan di rapora xwe de dide eşkerekirin ku li Amedê rojane carna bi ser 800’î û rojane teqrîben 500-600 weqayên Kovîd-19 tên tespîtkirin. Di raporê de tê gotin her wiha di vê pêvajoya giran a koronayê de hezar û 182 xebatkarên tenduristiyê bi nexweşîna Kovîd-19 ketine û 13 xebatkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dane.
 
Di raporê de hat gotin pandemî bi hemû tesîra xwe ya giran didome û asta pêla yekemîn a şewbê hêj nehatiye tekbirin. Di raporê de hat diyarkirin li Navendên Tenduristiyê yên Malbatan hejmara nexweşan zêde dibe û li van navendan kelûpelên parastina ji koronayê têr nakin û ewlehiya xebatkarên tenduristiyê tê piştguhkirin.
  
Di raporê de hat destnîşankirin ku li dibistanan tevdîrên li dijî koronayê têra xwe nehatine girtin û ji ber ku derbasî perwerdehiya rûbirû bûye her roj li Amedê bi dehan mamoste serî li nexweşxaneyan didin û testên wan ên koronayê pozîtîf derdikeve. Di raporê de hat gotin ku zemkirina avê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tenduristiya civakê dixe xetereyê. 
 
Di raporê de hat xwestin ku li girtîgehan ji ber pandemiyê şert û mercên girtiyan bi taybet were başkirin û ji ber ku li girtîgehan tevdîrên xurt nayên girtin hejmara pêketiyên koronayê li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û agahiyên nexweş ji girtîgehan tên.
 
Di dawiya raporê de pêşniyazên ji bo tevdîrên li ber koronayê hatin rêzkirin.