'Divê COVÎD-19 weke nexweşiya pîşeyî were erêkirin'

  • 13:49 16 Cotmeh 2020
  • Tenduristî/Werzîş
MÊRDÎN - Odeya Bijîşkan a Mêrdînê derbarê şewba koronoyê de daxuyaniyek dan, diyar kirin ku divê şewba koronayê wekê nexweşiya pîşeyî were erê kirin.
 
Odeya Bijîşkan a Mêrdînê derbarê şewba vîrûsa koronoyê û bandora wê li ser kedkarên tendirustiyê de daxuyaniyekê çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) pêk hat û endamên Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) û endamên Odeya Bijîşkan a Mêrdînê tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Volkan Binbaşi daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di destpêka nexweşiya koronoyê heya niha de me ji ber sedemên şewba koronoyê 50 bijîşk, bi giştî 110 kedkarên tendirustiyê winda kir. Di hefteya dawiyê de jî me 7 kedkarên tendirustiyê winda kir. Beriya du rojan ji rêhevalê me serokê Odeya Bijîşkan a Aydinê Op. Dr. Esat Ulku jiyana xwe ji dest da. Kesên ku em nikarin cihê wan dagirin jiyana xwe ji dest dan û ji ber vê sedemê ji êşa me bi dawî nabe. 
 
Ji roja yekem heyanî niha herî zêde kedkarên tendirustiyê ji şewbê bandor bûne. Li Tirkiyê û gelek welatên din hêjmarek girîng hevpîşeyên me jiyana xwe ji dest dan û niha jî rewşa xeter didome. Rêxistina Xebatên Navneteweyî (ILO) û gelek rêxistinên din ên navneteweyî ji bo nexweşiya COVÎD-19 ê weke nexweşiya pîşeyî were erê kirin daxuyanî dan. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê jî ji bo tendirustvanan ewlehî were girtin şiyariyan kir. Di encamê de jî ji aliyê dewetên Elmanya, Belçîka, Kanada, Emerîka ango 130 dewletan şewbê ji bo tenduristvanan weke nexweşiya pîşeyî erê kir.
 
Li gelek welatan weke nexweşiya pîşeyî hat erê kirin lê li welatê me hîna ev yek pêknehatiye. Lewra li gorî rêxistina tendirustiyê a cîhanê diyarkiriye dema tendirustvanek ev nexweşî derbaz bike divê tezmînata zerera girtiye were dayîn û nexweş were tedavî kirin. Divê jimara tendirusvanên bi şewbê ketine roj bi roj were diyar kirin û ev nexweşî di statuya pîşeyî de were dest girtin. Pêwîste mexduriyeta nexweş ji were pêşwazî kirin.
 
Di rojên derbazbûyî de li gorî daneyên wezîrê tendirustiyê parve kiriye de tendirustvanên bi şewba koronoyê ketine 40 hezarî derbaz kiriye. Lê ev dane li gorî çi tên gotin em wê ji nizanin. Em tiştek dizanin ku hîna em enfekte dibin, nexweşdikevin û jiyana xwe ji dest didin.
 
Divê keda me ji nedîtî ve neyê. Di rewşa ku em bi şewbê bikevin de em dixwazin ev werin belge kirin. Em dixwazin ku jiyana me bikeve dibin temînatê.
 
Em weke Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) di hemû şert û mercan de li gel xebatkarên xwe yên tendirustiyême. Ji bo ku ev nexeşî weke nexweşiya pîşeyî were erê kirin em ê hewil bidin."