'Bi tedbîran em ê rê li pêşiya Vîrusa Koronayê bigirin'

  • 09:12 16 Cotmeh 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Hemşîreya Nexweşxaneya Covid 19, Felek Haydar, bal kişand ser belavbûna Vîrusa Koronayê û wiha got: "Divê tedbîrên baş li hemberî Vîrusa Koronayê bên girtin da ku em jiyana xwe û ya derdorê biparêzin."
 
Vîrusa Koronayê ku di dawiya 2019'an de li Çînê dest pê kir, piştre li tevahî cîhanê belav bû û metirsiyeke mezin di nava jiyana gel da ava kir. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj hejmara kesên ku bi Vîrusa Koronayê ketine zêde dibe. Di 28'ê Îlonê de Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê dest bi vekirina dibistanan kir. Her wiha Desteya Perwerdeyê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê û Desteya Şaredariyê re tedbîrên parastina xwendekaran a ji Vîrusa Koronayê girtin. Di vê çarçoveyê de Hemşîreya Nexweşxaneya Covid 19, Felek Haydar nirxandin kir. 
 
'Pêwîst e gel tedbîrên baştir bigirin'
 
Felekê da zanîn ku hejmara kesên ku bi Vîrusa Koronayê dikevin roj bi roj zêde dibin û wiha got: "Dema Vîrusa Koronayê li Çînê dest pê kir wê demê gel bi tedbîr tev digeriyan, lê ruxmî ku niha vîrus zûhtir di nava gel de belav dibe jî, gel bi tedbîr tev nagera. Rojane em tehlîlên 20-30 kesan çêdikin û encam pozîtif derdikeve. Ev dibe sedem ku rojane rêjeya vîrusê bilintir bibe û êdî em nikaribin rê li pêşiya wê bigirin. Divê ne tenê em, gel jî bi me re bibe alîkar da ku em jiyana xwe û ya derdorê bi hev re biparêzin. Ev vîrus vîrusekî kujer e û xeteriyên wê jî gelek in. Heta ku em tedbîrên xwe li hemberî vê vîrûsê negirin û xwe berpirsiyar nebînin em ê her tim bi vîrusê re bijîn. Ji ber dema yek kes bi vîrusê dikeve wê demê gelek kes jî bi vîrusê dikevin û hinek jî jiyana xwe ji dest didin. Bi taybet kesên nexweşiyên giran bi wan re hene û temenê wan mezin in jiyana xwe ji dest didin. "
 
'Em bi hemû awayî bi nexweşan re dibin alîkar' 
 
Felekê destnîşan kir ku gelek tedbîr tên girtin lê dîsa jî ev yek têrê nake divê ew hemû bi hev re bibin alîkar û wiha got: "Kesên ku bi vîrusê dikevin û rewşa wan giran dibe wê demê em wan derbasî nexweşxaneya Vîrusa Koronayê dikin û rojane di bin çavdêriyên bijîşkan de dimînin, lê yên ku bêhna wan teng dibe wê demê ew jî derbasî nexweşxaneyê dibin. Her wiha hin kes bi Vîrusa Koronayê dikeve rewşa wan sivik e, ji bo wê di mal de di karantinayê de dimînin. Dema ku alîkarî pêwîst be em alîkariya wan dikin. Kesên ku bi Vîrusa Koronayê dikeve divê 14 rojan ji malê dernekeve. Di vê rewşa niha de cihê me têrê nexweşiyên Vîrusa Koronayê dike, lê di demê pêş de divê ku ev cih jî têrê neke. Ji ber gel heta niha jî li gor tedbîran tev nagerin. Ev demeke dibistan hatine vekirin em hemû dizanin ku zarok li gor tedbîran tev nagerin, di vir de rola mamosteyan girîng e divê xwendekaran her hişyar bikin da ku li cihên qerebalix li hevdu necivin."