‘Rûpûş ji bo kesên di sînorê birçîbûnê de ne luks e’

  • 09:09 30 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
WAN - Hevseroka SES'ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu got têkoşîna li dijî vîrusê qelse û kesên enfekte bûne û vegeryane malê jî leza nexweşiyê zêde kirine. Fîgenê balkişand ser Rûpûş û got ji bo kesên di sînorê birçîbûnê de ne, rûpûş jî luks e.
Hevseroka SES a Wanê Fîgen Çolakoglu daxuyakirin ku yek ji bajarên ku herî zêde vîrus lê belav bûye Wan e û der barê vê de nirxandin kir.
 
Fîgenê destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de di warê tedbîran de qelsî hebûye û got: “Fîlyasyon di alî ekîpmanê de qels ma, kesên enfekte bûn şandin malên wan, wesayîtên veguhestina komî hatin bikaranîn, tevlîbûna merasîma cenazeyan pêk hat. Vê jî mixabin nexweşî zêde kir. Divê hestiyarî hebe. Divê agahî bi awayekî zelal bên dayîn. Dema mriov wê cidiyetê bibîne mirov wê bikevin nêzîkatiyek cidî. Lê zêdebûna mirinê bi gel re fikar zêde kir.”
 
‘Agahiyên wezareta tenduristiyê ne zelal in’
 
Fîgenê bi lêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de şaredariyê xebatên rê dane destpêkirin û welatî di yek şerîdekê de hiştine û got: “Wezîrê tenduristiyê demek berê hat bajarê me. Em zelalbûna ku wan îfade kiriye dîsa lêpirsîn dikin. Ji ber agahiyên em xwe digihîninê gelek cuda ne. Nêzî 80 hezar kes bi kesên pozîtîf re hatine cem hev. Ev hejmar niha vê demê 20 hezar e. Kedkarên tenduristiyê yên enfekte bûne nêzî 350 ne. Ev ne hejmarek kêm e. Divê saziyên pandemiyê di vê rewşê de zelal bin.”
 
‘Rûpûş luks e’
 
Fîgenê diyar kir ku di têkoşîna bi pandemiyê re îfadeya ‘li malê be’ qesl maye û ev tişt anî ziman: “Ev wê du salên din jî bidome. Aborî têk çûye. Gelek kes nikarin debara xwe bikin. Welatiyên di sînorê birçîbûnê de ne ji bo wan rûpûş luks e. Divê hem dewlet û hem jî civak di vê mijarê de hesas tevbigerin û berpirsyariyên xwe bînin cih.”