‘Zayendperestî bandora xwe li qada werzîşê jî dike’

  • 09:05 30 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Endama Lijneya Navenda Navbijvanan (Hekeman) a Tirkiyeyê, Seçîm Demîrel destnîşan kir ku di werzîşê de sîyaseta mêr di dewerê de ye, zayendperestî tê kirin û got: “ Li Navbijvanên jin gelek neheqî tê kirin û niha jî wekî berpirsê navbijvanên jin mêrek hatiye erkdarkirin."
 
Werzîş xwezayî ye û azad e. Lê li Tirkiyeyê werzîş ne azad e û li qada werzîşê zayendperestî tê kirin. Her wiha tê xwestin ku jin hertim li paş bimînin û bi pêş nekevin. Lê jin bi têkoşîna ku didin hewl didin li vê qadê ji xwe re jî cihekî bibînin. Endama Lijneya Navenda Navbijvanan, Seçîm Demîrel, zayendperestîya di nav werzîşê û rol û misyona jinê ya li hemberî van pêkanînan ji ajansa me re nirxand.
 
Seçîmê anî ziman ku di demên dawîn de bala jinan li ser werzîşê her ku diçe zêdetir dibe û wiha axivî: “Tevlîbûna jinan a werzîşê zêde ye. Her wiha piştî şewba koronayê ku belav bû bijîşkan ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyan berê van kesan dan werzîşê. Ew jî dibe sedem ku bala li ser werzîşê zêdetir dibe. Lê belê dîsa jî rêjeya jinên ku werzîşê dikin li gorî dewletên din li Tirkiyeyê gelek kêm e. Bi taybetî jî em ji bo fitbolê vî tiştî dikarin bibêjin. Voleyobol jî wekî werzîşa jinan tê dîtin. Li gorî min bi perwerde û pêşxistina jinan ev nêrîn dikare bê guhertin. "
 
‘Di werzîşê de zayendperestî’
 
Seçîmê diyar kir ku fitbol wekî werzîşa mêran tê hesibandin, jin têde zêde nayên dîtin û got: “Hûn çiqas serkeftî bin jî fitbol dîsa jî di destê mêran de ye û serkeftina jinan nayê dîtin. Heke mirov di wê qadê de bimîne divê zêde xebat, ked û têkoşînê bide. Bi demê re her çiqas ev nerîn bê guhertin jî serdestiya mêran a li ser werzîşê hêj kêm nebûye. Piraniya werzîşê bi nasnameya mêr tê kirin. Dema hûn bala xwe bidinê hûnê bibînin ku jinên li qada werzîşê di warê parastina nasnameya xwe ya jinê de ne serkeftî ne û her ku diçe dişibin mêran. Heke jin di werzîşê de serkeftî be, gotinên mîna “wek mêrane" hîna jî ji bo wan tên bikaranîn. Jin tenê di werzîşê de li qada patenê û voleybolê serkeftî ne û nasnameya xwe diparêzin. Ji bilî van qadan li hemû qadên din ên werzîşê zayentparêzî heye."
 
‘Li Navbijvanên jin neheqî tê kirin ’
 
Seçîmê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser rewşa navbijvanên jin, destnîşan kir ku neheqiyeke mezin li wan tê kirin û wiha got: “Heta îro ji bo Lijneya Navenda Navbijvanên jin  jinek dihat erkdarkirin. Lê niha ji bo vê lijneyê mêrek hat erkdarkirin. Ew jî neheqîya li  hember navbijvanên jin û zayendperestiya li qada werzîşê nîşan dide.”
 
‘Siyaseta heyî bandora xwe li ser werzîşê jî dike’
 
Seçîmê got ku li Tirkiyeyê siyast bandora xwe li qada werzîşê jî dikeû ev tişt anî ziman: “Li qada werzîşê mixabin dema peywirdan kirin û terfîkirinê siyaset dikeve dewerê û têkiliyên yekalî zêde ne. Ev ne helwesteke rast e. Divê spor azad be."