‘Em ê bi çalakiya xwe li dijî polemîkên siyasî derkevin'

  • 09:02 22 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Rêvebera TTB'ê ya Amedê Evîn Bahar Toy bal kişand ser hedef nîşandana TTB'ê û got: "Di her deverên welat de bi dehan bijîşk û xebatkarên tenduristiyê ev kurdeleya reş bi bestîkên xwe ve kirin bi vê çalakiyê em dibin bersiva polemîkên siyasî." 
 
Gefên li ser Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) her ku diçe zêde dibe. Di serî de serokê giştî yê MHP’yê Devlet Bahçelî got divê TTB'ê were girtin piştre ji rojnameya bi navê Yenî Akît bi sernavê “TTB mîna bazê Qendîlê ye” kiribû hedef. Rêvebera TBB’ê ya Amedê Elîf Turan têkildarê mijarê ji ajansa me re axivî. 
 
Elîf di serî de bal kişand li ser gotinên Devlet Bahçelî û wiha got: “Devlet Bahçeli serokek siyasî ye. Ne tendirustvan e. Em wekî TTB li hemberî şewbê tendirustiya gel ji xwe re pêşeng dibînin. Gelê me pirsgirêk dijîn, tenduristvan û bijîşk jî bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Helbet ev ne êrîşa yekem e û ne jî yên dawiyê bibin."
 
Elîf destnîşan kir ku pêwiste ku TTB, ji bo parastina gel û pêşîlêgirtina şewbê raya giştî hişyar bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "TTB, di serê pandemiyê de heya îro ji bo ku pêvajoya şewbê bi awayekî zelal bimeşe dexebeta. Ji ber vê yekê bertekên kesên ku ji xebatên TTB’ê re didin, normal dibînin. Lê divê kêmasî û hewldana wan a li ser çaresiyê bi êrîşên TTB’ê neye girtin. Berevajî vê divê pirsgirêkan bînen cem hev û li ser çareserkirina pirsgirêkan divê xebatan bimeşînin.”  
 
Elîf bal kişand li ser wate çalakiya kurdeleya reş rawestiya û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di destpêka şewbe de heya niha me bi dehan xebatkarên tenduristiyê winda kir. Bîranîna hevalên me yên ku ji ber COVID-19’ê wan winda kir, deynê me ya wefayê ye ji bo wan. TTB bi çalakiya kurdeleya reş jî berpirsyariya xwe anî cih. Kurdeleya reş, di her aliyê cîhanê de tê wateya sembola şîn girtinê. Her wiha kurdeleya reş ji bo kesên ku şûna têkoşîna şewbê de polemîkên sîyasî diafirînin re bûn bersîv. Di her deverên welatê de bi dehan bijîşk û xebatkarên tenduristiyê ev kurdeleya reş bi bestîkên xwe ve kirin û ji bo hevalên ku jiyana xwe ji dest dan jî ketin sekna rêzdariyê. Di heman demê ev çalakî nîşaneya qirîna 'hûn nikarin birêve bikin, em diqedin' bû."