Li Mexmûrê turnuvaya jinên ciwan dest pê kir

  • 10:32 20 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
MEXMÛR - Li Wargeha penaberan a Mexmûrê TJCM'ê  di çarçoveya pêngava bi navê “Em dibêjin na” de çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Di  çarçoveya van çalakiyan de duh êvarê jinên ciwan turnuvaya futbolê dan destpêkirin.
 
Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) li Wargeha Penaber a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya kampanyaya "Em dibêjin na" de ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Tebaxê de dest bi çalakiyên cur bi cur kiribû. Di çarçoveya van çalakiyan de duh êvarê jinên ciwan turnuvaya futbolê dan destpêkirin.
 
Turnuvaya futbolê ya bi navê ‘Ji lîstikên bi zihniyeta baviksalarî hatin pêşxistin re na’ diyariyê Nûcan Serdoz hat kirin. Turnuvaya ku duh êvarê li Mexmûrê hat destpêkirin 4 tîm dê tevli bibin. Divê çarçoveyê de taxa 1 û taxa 3  û taxa 2 û taxa 4 dê bên pêşberî hev û bi hev re hevrîkiyê bikin. Di roja yekem a turnuvayê de tima Taxa 2 û taxa 4 hatin pêşberî hev.
 
'Heta dawî em ê têbikoşin'
 
Berîya turnuva destpê bike deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê TJCM’ê Selma Bozan axivî û got: "Ev turnuvaya ku me daye destpêkirin li ser  pêngava ‘Em Dibejin Na’ me daye destpêkirin. Wekî tê zanîn dijmin bi awayê fizîkî êrişî jinan dikê û dixwazê bi van êrîşan jinan tunê bike. Ji bo vê yekê jî li dijî vê zihneyeta baviksalar me ev turnuva daye destpêkirin.  Bi akitîvîteyên bi vî awayî em hêz û îradeya xwe didin diyarkirin. Ji ber vê jî heta dawî em ê tebikoşîn û bi ser kevin."