Felek Heyder: Ji vîrusê netirsin lê xwe biparêzin

  • 09:01 18 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
KOBANÊ - Hemşîre Felek Heyder ku li beşa karantînayê ya vîrusa Koronayê dixebite derbarê belvabûna vîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir got: "Vîrûs heye, lê divê em jê netirsin lê xwe biparêzin." 
 
Vîrusa Koronayê (COVÎD-19) ku di serî de lî Çînê hat dîtin li gelek deverên cîhanê belav bûye û jiyana mirovan dike xeterê. Vîrusa ku gelek welat kirin bin bandora xwe ev demeke li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî belav bûye û jiyana mirovan dike xeterê. Hemşîre Felek Heyder a ku ji ber li beşa Koronayê dixebitî û bi vîrusê ket derbarê vîrusê de ji me re nirxandin kir. 
 
'Min giran derbas nekir'
 
Felekê di despêka axaftina xwe de tecrûbeya xwe ya bi Korona re anî ziman û wiha got: "Destpêka derketin û belavbûna vîrûsa Koronayê, tirseke mezin di nava civaka me de avakir. Li gor ku hat diyar kirin derketina vîrûsê ji Çînê bû û paşê bi rengekî lez li tevahî cîhanê belav bû. Weke Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev çend mehin ku vîrûs derbasî cem me jî bûye. Li Kobanê di despêkê de em endamên tenduristî û nexweşxaneya Kobanê ku ez bi xwe jî di nav wan de bûm, em bi Korona ketin. Ji ber ku me Korona li cem xwe nedîtibûn di destpêkê de ez gelek tirsiyam. Lê min bapêşeke normal derbas kir. Germbûna laşê min û kuxika zûha gelek zêde bû. Ez 11 rojan di karantînayê de mam. Paşê min test çêkir û hat diyarkirin ku ez ji vîrusê pak bûme."
 
'Bila kesên temen mezin baldar bin'
 
Felekê di domandina axaftina xwe de diyarkir ku divê bi taybetî kesên temen mezin li vîrusê baldar bin û  got:: "Dema ku me dîmen, wêne û rapor didîtin ku çawa mirov di encama vîrûsê de li kolanan dikevin, çawa dewletên mezin hildiweşin û rêjeya mirinê roj bi roj zêde dibe, em weke koma tendirustî û gel jî bi tirseke mezin re rû bi rû man. Piştî li cem me çend rewş çêbûn û em bi xwe jî bi Korona ketin, me vîrûs ji nêz ve nas kir. Lê divê herî zêde kesên temen mezin ku hêza laşê wan lewaze û nexwşiyên weke şekir, dil, tansiyon û nefesê bi wan re hene xwe biparêzin û baldarbin."
 
 
'Vîrûs heye lê divê em netirsin'
 
Felek herî dawî diyar kir ku divê mirov xwe ji vê şewbê netirsîne, lê divê xwe biparêzin û wiha bi dawî kir: "Gelên Rojhilata Navîn xwedî çandeke wiha ne ku hemû kêfxweşî û xemgîniyên xwe bi hev re parve dikin, her wiha mêvan perwerin, cîranê xwe beriya mala xwe dibînin û di ber kê re derbas dibin silava destan û ya devkî didin. Lê pîvanên ji parastina ji vê vîrûsê re hatine diyar kirin, vê çandê qedexe dike û ji holê radike. Di vê çarçoveyê de em şîfayê ji tevahî nexweşan re dixwezin û em dubare dibêjin, vîrûsa Koronayê heye lê divê mirov xwe jê netirsîne lê xwe jê biparêze."