Yildiz Ok Orak: Pêvajoya asayîbûnê bû felaketa me

  • 09:03 15 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
 
Medya Uren
 
AMED - Derbarê zêdebûna vîrûsa koronayê de Hevseroka SES'ê  Yildiz Ok Orak axivî û got: "Daneyên ku Wezîrê Tenduristiyê parvedike rastiya pandemiyê nîşan nade. Pergala tendirustiyê li ber ruxandinê ye ku wisa berdewam ji bike em ê rastî felaketên mezin werin.”
 
Tirkiyeya ku bi qeyrana aboriyê hejiya niha jî bi qeyrana tendirustiyê re diheje. Her roja ku derbas dibe tabloyeke xeter a derbarê vîrûsa koronayê (kovîd-19) derdikeve pêşberî me. Piştî ku di 1'ê hezîranê de pevajoya "asayîbûnê" hat destpêkirin bêtir hejmara nexweşiyê zêde bû. Li gorî daneyên sazî û dezgehên tenduristiyê daneyên Wezareta Tenduristiyê rast nîne. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) a Amedê Yildiz Ok Orak derbarê rastiya daneyan û rewşa herêmê de nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman. 
 
Yildiz di destpêkê de got pêwîste em pêvajoya pandemiyê weke beriya 1’ê hezîranê û piştî hezîranê li dubeşan cuda bikin û got: "Pandemiya ku bandora xwe li tevahî cîhanê kiriye gihişt Tirkiyê û roj bi roj mezin bû. Ji ber ku li Tirkiyeyê bingehek qayîm ya tendirustiyê û aboriyê ji tune bû bi qeyranên mezin re rûbirû ma. Ji bo xwe ji qeyrana aboriyê xilas bikin jî vê carê rêya pandemiyê vekir û çav li qeyrana tendirustiyê girt. Ligel mezinbûna pandemiyê wan pêvajoya asayîbûnê da destpêkirin. Beriya 1’ê hezîranê me digot em ê nexweşxaneya pandemiyê bigirin, lê dema pêvajoya asayîbûnê dest pê kir nexweş ji zêde bûn. Êdî di nexweşxaneyan de cîh nema ye." 
 
‘Rojane bi hezaran kes tuşî nexweşiyê dibin’
 
Yildiz, diyar kir ku niha li nexweşxaneyan cih nîne û wiha nêrînê xwe vegot: "Hejmara kesên tuşî nexweşiyê dibin zêde bûne. Lê daneyên ji aliyê wezîrê tendirustiyê ve tê parvekirin vê rastiyê nîşa nade. Ji derveyî van daneyan em weke sendîkaya tendirustvanan û endamên wê, rewşa heyî dişopînin. Daneyên ku di herêmê de digihêjin destê me em dikin rapor. Ango em ji bi daneyan, bi raporan diaxivin. Weke Platforma Amedê me ji bajarên din re ji rewşa heyî parvekir, wan ji heman tişt ji me re ragihandin. Ji rêjeya tê gotin qat bi qat zêdetir kes tuşî nexweşiyê dibin û dimirin. Ji derveyî wê di navbera tendirustvanan de jî pirsgirêkên mezin hene. Ji 10 tendirustvanan yek bi şewbê ketiye. Pergala tendirustiyê li ber ruxandinê ye ku wisa berdewam ji bike em ê rastî felaketên mezin werin.”
 
‘Di raporê de sedema mirinê korono nayê nivîsîn’
 
Yildiz, da zanîn ku gelek kesên bi şewbê jiyana xwe dest didin di rapora wan de sedem weke korono nayê diyar kirin û wiha li ser mijarê axivî: “Bi vî rengî dixwazin şewba koronoyê manipüle bikin. Tenê li Amedê bi hezaran kes sedema mirina wan bi vî rengî hatiye nîşadan. Lê ger ku ne korono be çima di nexweşxaneya pandemiyê de dimîne ? Mijarek din ji ya nîqaşê ye ku di serî li goristana Yenî koyê ji bo miriyan cih veqetandibûn, lê niha li cihê ku bixwaze dinixumînin.”
 
‘Ewlehiyên tên girtin di asta jêr de ne’
 
Yildiz, destnîşan kir ku pêvajoya asayîbûnê wekê felaketekê mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha ji evê bigihêje asta herî jor. Dibistan tên vekirin û bê guman em ê xeberên xirabtir bibihîsin. Divê ev ji me re ecêp neye. Ji xwe ewlehiyên tên girtin di asta herî jêr de ye. Gelek kesên ku bi şewbê ketine nexweşiya xwe vedişêrin û xebata xwe didin berdewam kirin. Ev ji tê wateya ku jiyana bi hezaran kesên din wê bikeve di metirsiyê de. Lê xwesteka me ji di aliyê vekirina dibistnanan de ye. Lê ji bo ev qeyran mezintir nebe pêwîste ewlehî werin girtin.”