Li Rojava hêjmara nexweşên Koronayê gihêşte 819 kesî

  • 10:50 12 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihan ku 36 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine, hêjmara giştî ya nexweşan gihaye 819 kesî.
 
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 36 kesên din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan kesekî ji Girkêlegê jiyana xwe ji dest da ye. Di navbera 24 saetên bûrî de 33 kes rewşa wan ji vîrûsê baş bûye. 
 
Kesên ku vîrûs wergirtine wiha li herêmê belav dibin: Li Qamişlo 8 kes, li Hesekê 7 kes, li Dêrikê 12 kes, li Amûdê 2 kes, li Reqayê 2 kes, kesek li Kobanê, kesek li Dêrezorê, li Şehbayê 2 kes û kesek jî li Girkêlegê.
 
Ciwan ragihand ku bi vê yekê hêjmara giştî ya nexweşna dighêje 819 kesî, ji wan 43 kesan jiyana xwe ji dest da ye û 271 kes jî rewşa wan ji vîrûsê baş bûye.