Li Rojava 45 kesên din bi vîrûsê ketine

  • 11:32 10 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
 
 
QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihan ku 45 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine, hêjmara giştî ya nexweşan gihaye 783 kesî.
 
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 45 kesên din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsa koronayê ketine. Di navbera 24 saetên bûrî de 9 kes rewşa wan ji vîrûsê baş bûye.
 
Kesên ku vîrûs wergirtine wiha li herêmê belav dibin: Li Qamişlo 9 kes, li Hesekê 7 kes, li Dêrikê 6 kes, li Rimêlanê 2 kes, li Şehbayê 3 kes, li Dirbêsiyê 11 kes û li Girkêlegê jî 7 kes.
 
Ciwan ragihand ku bi vê yekê hêjmara giştî ya nexweşna dighêje 783 kesî, ji wan 42 kesan jiyana xwe ji dest da ye û 238 kes jî rewşa wan ji vîrûsê baş bûye.