Li Rojava 15 kesên din bi virûsê ketin

  • 10:24 8 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 15 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine, hêjmara giştî ya nexweşan gihaye 704 kesî.
 
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 15 kesên din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsa koronayê ketine ji wan 8 mêr in û 7 jin in. Di navbera 24 saetên bûrî de 14 kes rewşa wan ji vîrûsê baş bûye. 
 
Kesên ku vîrûs wergirtine wiha li herêmê belav dibin: Li Qamişlo 4 kes, li Hesekê 4 kes, li Dêrikê 2 kes, li Rimêlanê 2 kes, kesek li Til Temir, kesek li Dirbêsiyê û kesek jî li Girkêlegê.
 
Ciwan ragihand ku bi vê yekê hêjmara giştî ya nexweşna dighêje 704 kesî, ji wan 42 kesan jiyana xwe ji dest da ye û 212 kes jî rewşa wan ji vîrûsê baş bûye.