‘Li Tirkiyeyê pergala tenduristiyê têk çûye’

  • 09:08 4 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
ENQERE - Hevseroka Giştî a SES’ê Gonul Erden diyar kir ku bi vîrusa korona re pirsgirêkên karkerên tenduristiyê zêde bûne û got: “Yên di ekîba fîlyasyonê de rojê 16 saetan dixebitin. Ev di alî me de tabloyek bi xof e.”
 
Ji ber vîrusa koronayê li Tirkiyeyê li gorî daneyên fermî yên wezareta tenduristiyê heta niha 6 hezar û 462 kes mirin û bi 273 hezar û 301 kesî re jî vîrus hat tespîtkirin. Her wiha heta niha gelek xebatkarên tenduristiyê jî bi vîrusê ketin. Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) gelek caran hikûmet di mijara xebatkaran de hişyar kir. Sendîkayê da zanîn ku heta niha di pêvajoya vîrusê nêzî 500 kedkarên tenduristiyê îstîfa kirine û xebatkar hatine asta têkçûnê.
 
Hevseroka Giştî ya SES’ê bi lêv kir ku dema tablo bi giştî bê nirxandin tê dîtin ku stratejiyeke rêveberkirina vîrusê ya hikûmet û wezareta tenduristiyê tune û stratejiya ‘kî mir kî ma’ dişopîne.
 
‘Hemû tedbîr li kes barkirin’
 
Gonulê daxuyakirin ku hikûmet ji nokteya ku tenduristiya gel biparêze dûr e û berovajî vê ji bo berjewendiya sermayê pêvajo bi rêve biriye û got: “Ji 1’ê Hezîranê şûnde tedbîrên ku divê pêk bihatana, wezaretê dest jê berda û hemû berpirsyarî li kes barkirin. Li gorî agahiyên rêxistinên herêmî û yên ji kargeriyan tên hejmara mirî û nexweşan gele zêdeye. Ez dikarim bêjim ku daneyên wezaretê ne rastin. Em zelal dibêjin ku agahî ji civakê tên veşartin. Tenê li Enqereyê rojê 2 hezar pozîtîf tên tespîtkirin û mixabin ji ser 20’î jî zêdetir mirin tên jiyîn.”
 
‘Yên ekîba fîlyasyonê 16 saetan dixebitin’
 
Gonulê di berdewamiyê de balkişand ser rewşa xebatkarên tenduristiyê û got bi saetên dirêj di bin şertên giran de dijîn û got bi taybet jî xebatkarên di ekîba fîlyasyonê de rojê 16 saetan dixebitin û got ev di alî wan de tabloyeke b xof e.
 
‘Tespîta zû girînge’
 
Gonulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 10 nexweşan yek kedkarên tenduristiyê ye. Du 5 hevalên me ji covîdê jiyana xwe ji dest da. Ev bi hejmaran dikare bê îfadekirin lê ev ji bo me can, jiyan û miroveke. Ji destpêka vîrusê heta nha 72 canî jiyana we dest. Em bi sirar dibêjn, ne ji vîrûsê ji ber bê tedbîriyê mirov dimirin. Li nexweşxaneyan odeyên beşa giran tijene. Ji ber qelsî û kêmasiyan gelek nexweş nayên razandin. Birêvebirina vîrusê gelek zelal e. Tespîta zû, îzolekirin û xurtkirina asta yekem e. Gelek aşkera li holê ye ku li Tirkiyeyê pergala tenduristiyê têk çûye. Li holê serkeftinek biçûk hebe jî ev ne serkeftina pergalê ye. Ev serkeftina kedkarên tenduristiyê ye.”
 
‘Divê ji bo hemû girtiyan aşiya şewbê bê pere bê kirin’
 
Gonulê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku demsala payîzê demsala şewbê ye û got bi belavbûna şewbê re wê nexweşxane tije bibin û ji ber vê wê pêşî li vîrusê neyê girtin û got divê ji bo hemû welatiyan aşiya şewbê bê pere bê kirin. Gonulê bi lêv kir ku divê hejmara xebatkarên tenduristiyê bê zêdekirin û kedkarên bi KHK’ê hatine îxrackirin jî bên radestkirin.
 
Gonulê destnîşan kir ku SES’ê der barê şîdet û tehdîda li kedkarên tenduristiyê yên jin kampanya ‘kurdala reş’ dane destpêkirin û got êrîşên jinan ji pergala kapîtalîst a patrîyarkal ne serbixwe ye.