Li Rojava 14 kesên din bi vîrûsê ketine

  • 10:05 3 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 14 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine, hêjmara giştî gihêştiye 609 kesî.
 
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ragihand ku 14 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine. Her wiha di navbera 24 saetên bûrî de 19 kesên din rewşa wan ji vîrûsê baş bûye. 
 
Cihên ku vîrûs belavbûyê: Li Hesekê 6 kes, li Dêrikê 3 kes, kesek li Tirbespiyê, li Dirbêsiyê 2 kes, kesek li Qamişlo û kesek jî li Dêrezorê. Ciwan da zanîn ku bi vê yekê hêjmara giştî ya nexweşên vîrûsa koronayê li herêmê gihêştiye 609 kesî, ji wan 40 kesî jiyana xwe ji dest dane û 146 kes jî rewşa wan baş bûye.