Li Tirkiyeyê Vîrusa Koronayê: Pirsgirêk li ser gel hat barkirin

  • 09:02 2 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
MÊRDÎN - Hevseroka SES'ê ya Mêrdînê Şukran Guzel balkişand ser hejmara kesên li Mêrdînê bi Vîrusa Koronayê ketine û got pirsgirêka li welat jî li ser gel hatiye barkirin.
 
Li Tirkiyeyê ji ber Vîrusa Koronayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin her diçe zêde dibe. Di 10’ê Adarê de vîrusê rû dabû û hinek sînor hatibûn danîn. Lê di 1’ê hezîranê de pêvajoya normalbûnê hat destpêkirin bi vê re jî li gelek bajaran hejmar zêde bû. Yek ji van bajaran jî Mêrdîn bû.
 
Li bajar her roj bi giştî bi 350 kesî re vîrus tê tespîtkirin û heta niha li bajar ji 400’î zêdetir xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne. Bi vê pêvajoyê re li nexweşxaneyê li beşên giran cih jî nema. Hevseroka SES’ê ya Mêrdînê Şukran Guzel da zanîn ku di vê pêvajoyê de psîkolojiya gel û xebatkarên tenduristiyê xera bûye.
 
‘Ji nexweşxaneyê dişînin malê’
 
Şukranê her wiha daxuyakirin ku hejmarên rojane bi awayekî cidî zêde bûne û wiha pê de çû: “Li Mêrdînê piştî 1’ê hezîranê şûnde li bajarên herêmê hejmar bi awayekî cidî zêde bûn. Li gor daneyên niha me bi dest xistine rojê 300-350 pozîtîf dertên. Hem li nexweşxaneyên navend hem jî li yên navçeyê beşên giran tije bûne. Gelek nexweşên pozîtîf jî ji nexweşxaneyê vedigerînin û li malên wan derman dikin.”
 
‘Ji 400’î zêdetir xebatkar enfekte bûn’
 
Şukranê di berdewamiyê de bi lêv kir ku midûriyeta tenduristiyê ya bajar agahiyan parve nake û got di vê pêvajoyê de hejmara miriyan jî bi awayekî zelal fêr nebûne û ev tişt anî ziman: “Ligel vê li unîteyên giran cih nemaye. Ji ber cih tune ye gelekan dişînin malê û yên rewşa wan giran jî dema nivîn vala dibe radizînin. Ev rewş bi mehan e wisa didome. Di alî fermî de agahiyek nayê parvekirin. Niha li bajar der barê hejmara miriyan de hejmarek tune ye. Hebe jî bi me re nayê parvekirin. Niha li bajar ji 400’î zêdetir xebatkarên tenduristiyê hatine enfektekirin.”
 
‘Pirsgirêk li ser gel hatiye barkirin’
 
Şukranê her wiha bang kir ku divê welatî hîn bêtir bi tedbîr tev bigerin û got pirsgirêka heyî ya li welat li ser gel hatiye barkirin û wiha dawî lê anî: “Ji gel re dibêjn rûpoş bi kar bînin û li hîjyenê baldar bin. Lê nexweş bi kesên din re tên gel hev û welatiyên divê di karantînayê de bin ji ber pirsgirêkên civakî û aborî nakevin karantînayê. Divê gel ewlehiya xwe bigire û li temasan baldar bin. Hikûmet ji bo welatiyên di karantînayê de jî divê di alî aborî de piştgiriyê bide.”