Li Rojava vîrus her ku diçe belav dibe

  • 10:13 31 Tebax 2020
  • Tenduristî/Werzîş
QAMIŞLO - Li rojavayê Kurdistanê vîrus her ku diçe belav dibe. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 12 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine.
 
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa derbarê belavbûna vîrusa koronayê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku vîrus belav dibe û îro jî 12 kesên din li herêmê bi vîrusê ketine.  Her wiha Ciwan da zanîn ku 3 kesên din ên bi vîrusê ketine jî piştî dermankirinê jê pak bûne.
 
Li gorî herêman hejmara kesên bi vîrusê ketine wiha ye: Li Hesekê 4 kes, li Kobanê 4, li Qamişloyê 3 û li Reqayê jî kesek bi vîrusê ketiye. 
 
Bi hejmara dawî ku hat ragihandin re heta niha hejmara giştî ya kesên li herêmê bi vîrûsê ketine gihîşt 556 kesî û  35 kesî jî jiyana xwe ji dest daye. Herwiha 101 kes jî ji vîrusê pak bûne.