Li Rojava 31 kesên din bi vîrûsê ketine

  • 09:44 26 Tebax 2020
  • Tenduristî/Werzîş
QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 31 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine, hêjmara giştî gihêştiye 425 kesî ku bi vîrûsê ketine.
 
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 31 kesên  din li herêmê bi vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketine, ji wan kesekî jiyana xwe ji dest daye û kesekî din jî rewşa wî baş bûye. Kesê ku jiyana xwe ji dest daye mirovekî bi temen 58 salî ye ji Dêrikê ye.
 
7 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo, 2 kes li Rimêlan, kesek li Girkêlegê, 3 kes li Tirbespiyê, 3 kes li Dêrikê û kesek li Dêrezorê. Ciwan destnîşan kir ku bi vê yekê hêjmara giştî ya nexweşan gihêştiye 425 ji wan 27 kesan jiyana xwe ji dest dane û 75 kes jî rewşa wan baş bûye.