Li Rojava 8 kesên din bi vîrûsê ketine

  • 12:02 24 Tebax 2020
  • Tenduristî/Werzîş
QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 8 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine, hêjmara giştî gihêştiye 362 kesî ku bi vîrûsê ketine.
 
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 8 kesên  din li herêmê bi vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketine, ji wan 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 kes jî rewşa wan baş bûye. 
 
Kesên ku bi vîrûsê ketine wihane: 3 kes li Hesekê, 2 kes li Kobanê, kesek li Reqayê, kesek li Tebqa, kesek li Dêrezorê. Ciwan destnîşan kir ku bi vê yekê hêjmara giştî ya nexweşan gihêştiye 362 ji wan 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û 66 kes jî rewşa wan baş bûye.