Li Rojava 27 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketin

  • 10:03 20 Tebax 2020
  • Tenduristî/Werzîş
QAMIşLO - Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 27 kesên din li Herêmê bi Vîrûsa Koronayê ketine. Li gorî van daneyan bi giştî hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine gîhaşt280 kesî.
 
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ragihand ku îro 27 kesên din li Herêma Cizîrê bi Vîrûsa Koronayê ketine û ji wan 2 kesî jyana xwe ji dest da ye.  Herwiha Ciwanê diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane yek jê jineke 60 saliyî ya ji Qamişloyê ye û kesekî din ê 70 salî ji Hesekê ye.
 
Li gorî bajaran daneyên kesên bi vîrusê ketine wiha ne: Li Qamişlo 17, li Dêrikê 5 û li hesekê jî 5 kes in.
 
Ciwanê aşkera kir ku hêjmara giştî ya nexweşên ku bi vîrûsê ketine jî gîhaştiye 280 kesî û ji wan 17 kesî jî jiyana xwe ji dest dane.