'Li dijî vîrûsê xwe biparêzin'

  • 09:07 17 Tebax 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Nesrîn Hisen - Viyan Saîd
 
ŞENGAL - Li dijî belavbûna vîrûsa koronayê li Şengalê ji hêla endamên tenduristiyê ve her roj hişyarî tên kirin. Endamên tenduristiyê gotin di serî de divê welatî di vê mijarê de baldar bin û gotin: "Divê bê maske û bê lepik dernekevin derve, çûn û hatina xwe ya li derve kêm bikin û li gorî rêzikên heyî tevbigerin." 
 
Her roj bîlançoya vîrûsa koronayê (covid-19) li tevahiya cîhanê diguhere. Piştî rakirina tedbîran xetereyên belavbûna vîrûsê bêtir dirketin holê. 21 mîlyonî zêdetir bi nexweşiyê ketin û bi sedhezaran kes jî jiyana xwe ji dest dan. Li Şengalê jî di serî de heta niha li gorî derfetên heyî tedbîr hatin girtin. Her tim hişyariyên xweparastinê hatin kirin. Endamên tenduristiyê yên Şengalê derbarê xwe parastinê de ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Be lepîk û bê maske dernekevin...'
 
Abir Murad, diyar kir ku di serî de her kes bi baldarî nêzî nexweşiyê dibûn û got: "Di destpêka belavbûna vîrûsê de li Şengalê kesekî nexweş tunebû. Niha bi belavbûna nexweşiyê re em welatiyên xwe hişyar dikin. Li hîn deveran dibêjin kesên bi vîrûsê ketine hene. Em çawa dikarin rê li ber belavbûnê bigirin ev girîng e. Divê welatî bi her awayî xwe biparêz e. Kesên ku derdikevin derveyî mal divê bi lepik û bi maske derkevin. Her wiha heta ku tiştekî muhim tunebe dernekevin derve. Neçin şahiyan, xaringehan û cihên qelebalix nesekînin. Em wek endamên tenduristiyê hevî ji gel dikin ku xwe ji her tiştî biparêzin."
 
'Çûn û hatina xwe ya li dervê kêm bikin'
 
Raniya Welat, bal kişand ser xebatên xwe yên tenduristiyê û wiha axivî: "Em di nexweşxaneyê de tedbîrên xwe digirin. Em mecbûrîn ku li hemberî vîrûsê amade bin. Her wiha ya herî girîng jî divê welatî xwe biparêz e. Daxwaza me ji welatiyan heye ku çûnûhatina xwe ya li derve kêm bikin. Mesafeyê baldar bin."
 
'Li dijî vîrûsê rêzikên heyî pêk bînin'
 
Feysel Evdo, daxuyand ku hewceya ku mirov xwe biparêz e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Niha li dijî vîrûsê dermanek nîne û ji ber vê jî divê welatî xwe baş biparêz in. Em ji welatiyên xwe daxwaz dikin ku bê lêpik û bê maske dernekevin. Heke hûn xwe biparêzin û rêzikên heyî pêk bînin dê hûnê ji nexweşiyê dûr bikevin.