'Vîrûsa koronayê ji kontrolê derdikeve!'

  • 17:20 16 Tebax 2020
  • Tenduristî/Werzîş
ENQERE - Di têkildarê rewşa vîrûsa koronayê de Komeleya Toroksê daxuyanî da û destnîşan kir ku êdî vîrûs ji kontrolê derdikeve û xwest bi lez tedbîr bên girtin. 
 
Komeleya Toraks a Tirk, têkildarî rewşa dawî ya vîrûsa korona (Covid-19) daxuyaniyek nivîskî weşand. Komeleyê bi ser navê “Toraks Hişyar dike" daxuyanî da û wiha got: "Em bi fikar in ku vîrûsa gerdûnî êdî kontrolê winda dike. Ji kontrolê derdikeve û gihiştiye asta duyemîn. Bi taybetî piştî 1'ê hezîranê û pêvajoya asayî dawet, şahî, rêwitiya bi komî, qadên turistik û gerên geştê, tedbîrên heyî ji holê rakir û mesafeya fîzîkî xera kir." 
 
Komeleyê ev tespît kirin: 
 
“* Li nexweşxaneyan serwîsê pandemiyê kêm kirine. Êdî hin nexweşxane, nexweşên pandemî nastîne. Bi zanistî testên PCR ji sedî 40 rast teşhîs dike. Ji ber test nayên kirin û rast encamê nade, dibe sedem ku nexweşî bêtir û bi hêsanî belav bibe. Şertên van testan kêm kirine. Ev dibe sedem ku bêtir nexweşî belav bibe. Di mehên tîrmeh û pûşberê de hêjmara nexweşan bêtir zêde bûye. Lê krîterên razandina nexweşxaneyan hatiye guhertin. Bi qasî nexweşên heyî Wezareta Tenduristiyê hêjmar rast parve nekiriye. Ji ber vê yekê welatî jî cîddî nêzîk nebûne. Nexweş zêde bûn, karê xizmetkarên tenduristiyê bêtir gran bûye. Raya giştî rast û têr nehatiye agahdarkirin. 
 
* Di protokolên derman ên tedawiyê de hêj hidrosiklorokin heye. Ev ne li gorî litaratura rojevî ye. Di rojên dawî de li hin bajaran îlac nayê dîtin. Vîrûs li gelek beşên laşê mirov belav dibe. Lê li gelek nexweşxaneyan tenê pisporên sîngê berpirsiyar hatine dîtin. Ev jî dibe sedem ku karê hekîman zêdetir bike. Di xizmetkarên tenduristiyê de êdî bêzariyek heye. Di hefteya dawî de gelek bijîşkên nexweşiyên sîngê li Alanya, Êlih, Manisa û gelek bajarên din îstîfa dikin. Dixwazin teqawît bibin. Xizmetkarên tenduristiyê ji ber şewba Covid-19 nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Hêj Covît-19 wekî nexweşiya pîşeyî nehatiye qebûlkirin. Ev yek bêtir hevî û baweriya hekîman dişkîne." 
 
Di raporê de ji bo ev peşnîşar jî hatin kirin; 
 
* Divê hêjmara testan bê zêdekirin. 
 
*Divê têkoşîna li dijî pandemiyê ji kesan re neyê hiştin. 
 
* Di plana nexweşxaneyê ya pandemiyê de divê hemû hevpar beşdar bibin. 
 
* Hêj îlacên wekî Favipravir ku ji bo tedawiya şewbê girîng in zêde nayên dîtin. 
 
* Divê vîrûsa korona ji bo xizmetkarên tenduristiyê wekî nexweşiya pîşeyî bê qebûlkirin. Divê mafê xebatkarên tenduristiyê bê parastin. 
 
* Divê rêveberiya pandemiyê ya cemaweriyê agahiyên zelal parve bike. 
 
* Divê nerînên hekîmên ku kedek mezin dane li ber çavan bigirin. 
 
* Divê pêşniyara zagona berpirsiyariya xerab a xizmeta tibbî paşve bê kişanin. 
 
* Divê şert û mercên hekîman bê başkirin."