Bîlançoya vîrûsa koronayê: 711 hezar û 627 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 15:00 6 Tebax 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Heta niha li tevahiya cîhanê 19 milyon jortir kes bi vîrûsê ketin û 711 hezar û 627 kes jî mirin. 
 
Vîrûsa koronayê (covid-19) li tevahiya cîhanê hêj bi bandor e. Ligel dest pê kirina pêvajoya asayî ya li tevahiya cîhanê heta niha 711 hezar û 627 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 19 milyon jortir kes jî bi vîrûsê ketin. 
 
Li gorî daneyên dawî ya malpera worldometers; Li Amerîkayê 4 milyon û 973 hezar û 741 kes, li Brezîlyayê 2 milyon û 862 hezar û 761 kes, li Hindistanê milyonek û 967 hezar û 700 kes, li Rûsyayê 871 hezar û 894 kes, li Afrikaya Başûr 529 hezar û 877 kes, li Meksîkayê 456 hezar û 100 kes, Perûyê 447 hezar û 624 kes, li Şîlî 364 hezar û 723 kes, li Îspanya 352 hezar û 847 kes, li Kolombiya 345 hezar û 714 kes û li Tirkiyeyê jî 236 hezar û 112 kes bi vîrûsê ketin.