Ji bo cejnê banga xweparastinê

  • 09:08 30 Tîrmeh 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hevseroka SES’e ya Şirnexê Halîme Kara, diyar kir ku li Cizîrê nexweşî kêm bûye lê li Şirnex, Hezex û Silopiyê zêde bûye û wiha banga cejnê kir: “Xetayê ku di cejna dinê de hat kirin divê di vî cejnê de neyê kirin. Bila di cejnê de tu kes neçin malên hevdû.”
 
Li Tirkiyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa koronayê dimirin û pê dikevin zêde dibe. Bi taybetî jî piştî derbasbûyina pêvajoya ‘asayîbûnê’nexweşî zêde bû. Di demên dawî de yek ji cihên ku herî zêde korona lê belav bûye navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Heta niha ji cejna remezanê vir de li Cizîrê 88 kes bi nexweşiyê ketine û 71 kesî jî nexweşî derbas kir. Li gor agahiyan bi giştî li Şirnexê hezex 600 nexweş hene û ji 200’î zêdetir mal kirine karantînayê. Hevseroka SES’ê ya Şirnexê Halîme Kara, di derbarê rewşa dawî û di cejna qûrbanê de divê  gel çawa xwe biparêze de nirxandin kir.
 
Nexweşî li Cizîrê kêm bûye
 
Halîme, anî ziman ku ji ber di heyeta pandemiyê de cih nagirin hejmar di destê wan de tüneye û wiha got: “Li Cîzîrê hejmara nexweşiyê kêm bûye. Di cejna remezanê de ji ber gel bi carekê derketin derve hejmar bi carekê zêde bû. Lê niha ew hejmar daketiye û li Hezex, Silopî û Şirnexê nexweşî zêde bûye. Ev jî nîşan dide ku gel zêde baldar nîne. Her wiha gelek kêm test tên kirin. Dema rewşa nexweşan giran dibe test digin. Lê wekî din test nakin. Niha nexweşxane hemû tijî ne û ji ber wê jî em kesên nexweş dişînin malê tedawî dikin. Her wiha test li xebatkarên tendûristiyê jî nayê kirin. Herê zêde di vî rewşê de di bin bandorê de dibînin xebatkarên tendûristiyê ne. Dema kesekî nexweş keve hemû kes nexweş dikeve. Ji ber wê jî divê gelê me zêdetir baldar be û tedbîrên xwe bigirin. Ji ber ku ev nexweşî gelek mezine. Ev nexweşî ne bi tenê kal û pîran her wiha bandorê ciwanan jî dike. Ji ber vî jî divê gel gûh bide nexweşiyê. Test gelek kêmin û nayê kirin. Gelek hevalên me yên xebatkarên tendûristiyê jî vî nexweşiyê ketin. Ji bo parastina gel divê xebatkarên tendûristiyê pêşî bê parastin.”
 
‘Test gelek kêm tên kirin’
 
Halîme, da zanîn ku niha nexweşî kêm bûye lê nayê wê wateyê ku carekedin wê pê nakevin û wiha domand: “Test gelek kêm tên kirin û nexweşî  bi vî awayî dê belav bibe. Divê demildest test li xebatkarên tendûristiyê û nexweşan yek bi yek werin kirin. Ger ku îro test nayên kirin divê em xwe biparêzin. Parastina xwe em bi xwe bikin. Bi tenê gel dikare xwe biparêze. Dema dertên derve maske tim bikar bînin. Ger ku em baldar bin dê ev nexweşî kêm bibe. Divê em neçin şîn û dawetan.”  
 
Banga ji bo cejnê
 
Halîme, diyar kir ku xetayê di cejna remezanê de hatin kirin di vî cejnê de divê neyê kirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Divê gelê me ji vî aliyê ve hişyar be. Her wiha di cejnê de bila tu kes neçin malê hevdû. Di cejna dinê de ji ber nimêja cejnê nexwşî belav bûbû. Divê vî cejnê de nimêja cejnê neyê kirin. Bila dernekevin bazarê. Her wiha gel tevdîrên xwe bigire. Nexweşî hîn derbas nebûye. Hemû kes bila xwe biparêze.”