Bîlançoya vîrûsê: 2 mîlyon 446 hezar kes bi nexweşiyê ketin

  • 11:39 11 Tîrmeh 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya cîhanê heta niha 2 mîlyon 446 hezar 105 kes bi vîrûsa koronayê ketin û 558 hezar û 683 kes jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li tevahiya cîhanê tedbîrên ku hatin girtin hatin rakirin û pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin. Ligel pêvajoya asayîbûnê belavbûna vîrûsa korona (Covid-19) didome. Li gorî daneyên herî dawiyê li tevahiya cîhanê 12 mîlyon 446 hezar 105 kes bi vîrûsa koronayê ketin û 558 hezar û 683 kes jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî daneyan;
 
* Li Amerîkayê 3 mîlyon 238 hezar û 29 kes bi nexweşiyê ketin, 135 hezar û 953 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Li Birezîlyayê milyonek 804 hezar û 338 kes bi nexweşiyê ketin, 70  hezar û 524 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Li Îngilistanê 288 hezar û 133 kes bi nexweşiyê ketin û 44 hezar û 650 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Li Îtalyayê 242 hezar û 639 kes bi nexweşiyê ketin û 34 hezar û 938 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Li Meksîkayê 289 hezar û 174 kes bi nexweşiyê ketin û 34 hezar û 191 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Li Spanyayê 253 hezar û 908 kes bi nexweşiyê ketin û 28 hezar û 403 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Li Hindîstanê 820 hezar û 916 kes bi nexweşiyê ketin û 22 hezar û 123 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.
 
* Li Îranê 252 hezar û 720 kes bi nexweşiyê ketin û 12 hezar û 447 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Li Rûsyayê 713 hezar û 936 kes bi nexweşiyê ketin û 11 hezar û 17 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Li Tirkiyeyê 210 hezar û 965 kes bi nexweşiyê ketin û 5 hezar û 323 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.