Bîlançoya vîrûsê: 471 hezar û 161 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 14:16 22 Hezîran 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Niha bi giştî 9 milyonî zêdetir kes bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketin û 471 hezar û 161 kes jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî daneyên dawî li tevahiya cîhanê 9 milyonî zêdetir kes bi nexweşiya vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 471 hezar û 161 kes jî jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku pêvajoya asayîbûnê li tevahiya cîhanê hat destpêkirin pêla belavbûnê jî dom kir. 
 
Li gorî daneyên dawî li Amerîka 122 hezar û 248, Brezilya 50 hezar û 659, Îngîlistanê 42 hezar û 632, Îtalya 34 hezar û 634, Fransa 29 hezar û 640, Spanya 28 hezar û 323, Meksîka 21 hezar 825, Hindistan, 13 hezar û 703, Îran 9 hezar û 742, Belçîka 9 hezar û 696, Elmanya 8 hezar û 962, Kanada, 8 hezar û 430, Rusya 8 hezar û 206, Perû 8 hezar û 45, Hollanda 6 hezar û 90, Tirkiye 4 hezar û 950, Swêd 5 hezar û 53, Çîn 4 hezar û 634, Şilî 4 hezar û 479, Ekvator 4 hezar û 223, Pakistan 3 hezar û 590 û Guney Afrîka 1 hezar û 930 kesî jiyana xwe ji dest dan.