‘Ji bo pêvajoya asayîbûnê zû ye’

  • 09:04 24 Gulan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Medya Uren
 
AMED - Rêvebera Odeya bijîşkan a Amedê Elîf Turan li ser ser pêvajoya asayîbûnê axivî û wiha got: “Hîna li Tirkiyê kesên bi vê nexweşiyê dikevin hene. Bi taybetî jî li Amedê jimarek zêde kes tuşî vê nexweşiyê bûne. Bi destpêkirina pêvajoya asayîbûnê re mixabin wê rewş ber bi xerabiyê ve biçe û vegera qeyranek mezin.”
 
Li Tikriyê şewba Koronyê (Covid-19) di serê meha Adarê de bandora xwe nîşa da û pêl bi pêl belavî her deverê bû. Heta niha bi hezaran kesî ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dan û bi hezan kes ji hîna jiyana wan di metirsiyê de ye. Di demênn dawî de ji aliyê hikumetê ve daxuyaniyên ku rewş ber bi başbûnê ve diçe tên dayîn û biryara pêvajoya asayîbûnê hat girtin. Hikumetê plansaziyek ku ji 4 xalan pêk tê ji  11’ê Gulanê ve xist meriyete û firoştgeh, AVM û gelek cihên din ku girse lê ava dibin  hatin vekirin. Rêvebera Odeya bijîşkan a Amedê  bijîşk Elîf Turan têkildarê vê rewşa asayîbûnê ji ajansa me re axivî.
 
‘Li Amedê hejmara kesên bi vîrusê zêde dibe’
 
Elîf Turan got ku ger demek dirêj jî derbaz bibe ewê nikaribin qala rewşek asayî û baş bikin, ji ber ku qeyrana tendirustiyê ya bi ser wan de hatiye ewqas hêsan nînbû. Elîfê wiha berdewam kir: “Ji 11’ê Adarê şunde Wezareta Tendirustiyê tabloyek ya kesên bi şewbê ketine ango jiyana xwe ji dest dane parve dike. Di rojên dawîn de ji taboloyê em dibînin ku kêmbunek di jimara kesên jiyana xwe ji dest didin de heye, lê hîna ji di fermiyetê de em dibin ku jimara kesên jiyana xwe ji dest didin li dor 40 kesî  ye ango kesên nû bi vîrusê dikevin j3i tên tesbît kirin. Ev jimar başbûnê nîşan nake. Lê di rojên dawî de em ji nuçeyan hînbûn ku çiqas qala pêvajoya başbûnê were kirin jî nexweşên nu derdikevin holê. Hîna jimara kesên bi şewbê dikevin gelek zêde ye. Li Amedê jî di rojên dawî de ji berê zêdetir vîrus belav dibe. Mixabin em nikarin xwe bigihînin daneyên hejmara kesên bi şewbê ketine. Bi qasî ku em ji hevalên xwe yên tendirustvan hîn dibin rewş baş nîne. Divê herkes li gorî vê tevbigere û pêwîste ku em vê pêvajoyê hêsan negirin dest.” 
 
‘Divê em ewlehiya xwe bigirin’
 
 Elîfê bal kişand  ser xalên ku ji bo rewşa asayîbûnê hatine rêzkirin û wiha got: “Wê hêdî hêdî rewşê vegerînin weke berê. Gav bi gav cihên herî vîrûs jê belav dibin wê werin vekirin û bikevin meriyetê. AVM, firoştgeh û herwekî din. Hişmendiyek wisa bi kesan re çêdibe ku ew dibêjin nexweşî qediya ye.  Lewra wisa ji tev digerin. Em dibînin hîna di rojên dawî de dev ji tevdîran berdane. Diçin AVM yan di hindirê maşîneyan de jî girse çêdikin. Ev wê bibe sedema mirina  gelek kesan. Divê maske, lepik bi kar bînin û tim jî di aliyê paqijiyê de baldar bin. Ev rêbazên sereke ne. Di nava wan xalan de tê gotin ku divê firoştgeh û AVM bi awayek sînordar kiryaran bigirin hundir, lê mixabin ev ji pêk nayê. Ev nîşan dide ku çiqa sînordar jî pêvajoya asayîbûnê hatibe destpêkirin jî şaşiyek ya xwe heye. Jiyana gel dikeve metirsiyê û beriya hertiştî tendirustî tê. Di rojên dawî de me dît ku li navçeya Surê mewlud hatiye dayîn û 37 kes li wir bi şewba vîrûsê ketine. Wan digot hertişt qediya hertişt qediya lê bun sedema felaketek mezintir. Divê em bi tu awayî girseyê ava nekin û navber deynîn navbera xwe û derdorê. Bila di van rojan de çalekiyên bi vî rengî neyên kirin.”
 
 ‘Mixabin em ê bi qeyranek mezintir re rû bi rû bimînin’
 
Elîfê gotina ku tendirustî beriya hertiştî tê bi bîr anî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku ji me were divê em xwe îzole bikin. Ji ber ku tendirustiya me ji hertiştê girîngtir e. Divê em hinek din hestiyar ji nêz bibin.  Raste gelek kes neçarin bixebitin. Lê divê yê kar dide û kar dike jî tevdîran bigire. Li dijî wê, em ê bi tabloyek herî xerab re rû bi rû bimînin. Em dibînin ger ku rewş bi vî rengî ji derbaz bibe wê qeyranên mezintir yên tendirustiyê rû bidin.”