‘Binpêkirina tedbîran bûyer zêde kirin’

  • 09:04 21 Gulan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
WAN - Sekretera SES’ê ya Wanê Seda Guler diyar kir ku li Wanê di pêvajoya normalbûnê de bi avakirina mala şînê re vîrus zêde bûye û da zanîn ku divê di pêvajoya vîrusê de ne hesabên siyasî, tenduristiya gel li ber çavan bê girtin.
 
Bi germbûna hewayê re di vîrusê de jî ketinek çêbû û vê ev bir pêvajoya normalbûnê ve girêda. Lê li Wanê hejmara kesên bi vîrusê zêde bû. Avakirina konê şînê  û her wiha tijebûna qadên komî ji ber ku bandora neyînî kir ev hejmar zêde bû. Sekretera Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Wanê Seda Guler da zanîn ku ji bo pêvajoya normalbûnê hîna zûbû.
 
Sedayê destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoyê li Wanê  hejmar zêde bû û wiha got: “Li seranserê welat şûndeketinek heye lê rehetî jî zêde bû. Li Wanê avakirina konê şînê bûyer zêde kirin. Bi germbuna hewayê re mirov ketin rehetiyê. Kolan tije bûn. Ji xwe konên şînê bêtalihiyek mezin e. Vê jî mixabin rê li ber zêdebûna hejmarê vekir. Li nexweşxaneyan 52 jê pozîtîf, 86 yên bi guman derman dibin. Hejmar diguherin. Hejmar ji ber konê ku mijara gotinê ye hîna zelal nebûye.”
 
‘Rewşa aborî bandora neyînî dike’
 
Sedayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ew wê her tim desturên bi pere bînin ziman û got: “Mixabin aborî ji bo wan ji tenduristiyê girantir e. Ji ber destura bi pere tê piştgûhkirin, civak jî dikeve derdê debara xwe. Divê feraseta rêveberiyeke krîzê ya ku ji bo wan tenduristiya gel esas e hebe.n Rewşa aborî bandora neyînî dike.”
 
‘Dereng tedbîr hatin girtin’
 
Sedayê destnîşan kir ku dema mirov belavbûna vîrusê li ber çavan bigirin, di alî girtina tedbîran de, derengmayînek heye, deriyên sînor dereng hatin girtin û wiha dawî lê anî: “Hîna ku li Tirkiyeyê vîrus nehatibû dîtin divê deriyên sînor bihata girtin. Bi têkoşîna mezin a kedkarên tenduristiyê ev pêvajo ket normaliyê. Em wek civak zû dikevin vê pêvajoyê. Divê tedbîr ji dest neyên berdan. Zêdebûna bûyerên li Wanê, dibêje ku divê tedbîr li seranserê welat bên dirêjkirin. Çiqas tedbîr evqas pêşîgirtin û xistina belavbûnê ye.”