‘Li derdora santrala nuklerê pençeşêra memikan zêde dibe’

  • 09:20 11 Gulan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Şehrîban Aslan
 
AMED - Nûnera Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Amedê Ebru Okuducî bal kişand ser texrîbata santralên nuklerê ya li ser xweza û tenduristiya mirovan û diyar kir ku bi taybet bi jinên di bin temenê 50’î de pençeşêra memikan zêde bûye.
 
Nûnera Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Amedê Ebru Okuducî der barê santralên nuklerê de nêrînên xwe anîn ziman û got ev tesîsên ku bi 25-50 salî sînorin rê li ber qirêjiyeke bermahiyên radyoaktîf vedike û wiha berdewam kir: “Her wiha ji ber santralên nuklerê zindiyên di avê de dijîn jî bi awayekî mezin zirarê dibînin.”
 
‘Zirarek mezin dide tenduristiya mirovan’
 
Ebruyê bi lêv kir ku dema santal dixebitin bermahiya nuklerê ava dikin û  bermahiyeke nuklerê ya ji bo xwezayê bi dehezaran salî berdewam dike û ev jî demdirêj zirarek mezin dide tenduristiya mirovan. Ebruyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema santral hilberînê dike, made ji bin erdê derdikeve û ev pisgirêka bermahiyê derdikeve holê. Bermahiyên radyoaktîf yên di santralan de derdikeve holê, li welatên herî pêşketî jî nehatiye beralîkirin. Ev bermahî ba, baranê tevlî atmosfer, ax û avê dibe.”
 
‘Bi kesên di bin temenê 50’yî de pençeşêr zêde bûye’
 
Ebruyê anî ziman ku di reaktoreke nuklerê de di navbera 400 û 600’î de madeyê kimyewî tê hilberandin û ji van yên hişk dikare bê veguhestin lê yên gaz û avî tevlî astmosfer û xwezayê dibin û ev tişt anî ziman: “Tenduristiya mirovan jî ji ber vê yekê zirarê dibîne. Rê li ber nexweşiyên cuda vedike. Plutonyum û stronsiyoum yên wek bermahî derikevin holê rê li ber nexweşiya pençeşêrê û pêşketina zarokan vedike. Her wiha bi jinên di bin temenê 50’yî de jî nexweşiya pençeşêra memikan zêde dibe.”