276 hezar û 253 kesî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan

  • 13:00 9 Gulan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketine, 4 milyonî derbaz kir. Ligel bîlançoya heyî hikûmetên dewletan biryara sistkirina tedbîran xistin meriyete.
 
Çend dewletan biryara sistkirina tedbîran digirni û pratîze dikin jî roj bi roj hejmara kesên bi nexweşiya vîrûsa koronayê dikevin, zêde dibin. Li seranserê cîhanê heya niha 4 milyon û 14 hezar û 503 kes bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketine. 276 hezar û 253 kes jî bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ev hejmar roj bi roj zêde dibe. Heya niha li seranserê cîhanê milyonek û 387 hezar û 274 kesên bi koronayê jî ketibûn jî baş bûne. Herî zêde mirov li Emerîkayê mirine. Li Emerîkayê heya niha milyonek û 322 hezar û 163 kes bi koronayê ketine û 78 hezar û 616 kes jî mirine.
 
Li Spanyayê jî 26 hezar kes mirine. Îtalyayê hejmara miriyan 30 hezarî derbaz kiriye. Li Tirkiyeyê jî hejmara kesên bi koronayê dimirin û pêdikevin jî zêde dibin. Heya niha li Tirkiyeyê 135 hezar û 569 kes bi koronayê ketine û 3 hezar û 689 kes jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.