Kafeîna zêde xweparastina laş lawaz dike

  • 09:04 9 Gulan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Diyetîsyen Zelîha Avag anî ziman ku ligel pêvajoya karantînayê bikaranîna kafeînê zêdetir bûye. Herwiha Zelîhayê got ku Kafeîna zêde dibe sedema windabûna ava laş, xwarina zêde û stresê.
 
Vîrûsa Koronayê (Covîd-19) ku cara yekemîn li Çînê derket holê hemû cihan xist bin bandora xwe. Li cîhanê her dewletê li gorî xwe tevdîr girtin û civakan di çarçoveya tevdîran de xwe xistin hundirên malên xwe û bi wî awayî qadên wan ên  tevgerê kêm bûn. Di pêvajoya karantînayê de vexwarina qehweyê derket asta herî jor. Ew jî ji bo tenduristiya civakê dike xeterê. Diyetîsyen û pispora xwarinê Zelîha Avag der barê vê mijarê axivî.
 
'Kafeîna zêde dibe sedema windabûniya ava laşê'
 
Zelîhayê, diyar kir ku kafeîna zêde dibe sedema xwarina zêde û wiha got:"Li gel pêvajoya koronayê bikaranîna kafeînê jî zêdetir bû. Ji ber ku gel di hundirê malên xwe de bi piranî televîzyon, fîlm temaşe dikin û pirtûkan dixwînin. Her wiha vê pêvajoyê li ser derûniya wan jî bandor kir. Ji ber van sedeman daxwaza wan li ser xwarin û kafeînê zêde bû. Kafeîn ne tenê di nav qehweyê de heye di heman demê de di nav çay, çîkolata û vexwarinên bi asîd jî heye. Ev tişt li ser tenduristiya me bandorên erênî û neyînî dike. Ji bo bandorên erênî em van dikarin bêjin: Lê kêhurbûnê zêdetir dike, metabolîzmayê bi lez dide xebitandin û piştgiriya helandina rûnê laşê dike. Lê divê em di vê pêvajoyê de kafeînê wiha binirxînin: Kafeîna zêde, di laşê de dibe sedema windabûniya avê. Ger ku ava laş zêde winda bibe li gel wê bi mirov re rewşên bêhalî, westandinê û stresê tîne. Ew jî piştre xwe bi xwarina zêde nîşa dide. Piştre kafeîna zêde li ser van kesan dibe sedema lêdana dil a zêde."
 
'Kafeîna zêde, xwe parastina laş lawaz dike'
 
Zelîhayê di  berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bergirîyên li dijî kafeînê û wiha axivî: " Wekî ku min got kafeîn dibe sedema windabûniya ava laş. Ji ber vê yekê heger mirov zêde kafeînê bi kar bîne teqez divê zêde av bê vexwarin. Di heman demê de kafeîn di laş de hesin û kalsiyûmê jî kêm dixe. Bi wî awayî bi mirovê re xweparastina laş jî lawaz dibe. Ji bo ku ev pêk neyên divê em xwarinên bi kalsiyûm û şîr zêdetir vexun. Her wiha ji bo pêdiviya hesin jî divê xwarinên beqliyat bixwin. Pêwîst e ku em li  van tiştan baldar bin."
 
'Divê rojê ji du fîncanan zêdetir qehwe neyê vexwarin'
 
Zelîhayê anî ziman ku heger tansiyon, pirsgirêkên gurçik û nexweşiyên kronîk bi mirovê re hebin divê pîvana kafeînê 300 mîlîgram ango herî zêde du fîncan be. Zelîha diyar kir ku bandora kafeînê di heman demê  li ser jinan heye û wiha pêde çû: "Kafeîn li ser jinan bi taybetî strûktûra hestî de bi bandor dibe û dibe sedema helandina hestiyan. Bi taybetî ji bo jinên temenên van ji 35'ê jortir bikaranîna kafeînê xeter e. Her wiha jinên ku beriya menopozê zêde qehwe vexwîn ji ber kêmaniya hesin êşên giran ên  hestiyiyan bi wan re çêdibin. Ji ber vê yekê divê jin baldar bin û ji bo bergirî wekî ku min got av, şîr û kalsiyûmê zêde bikin."
 
Zelîhayê, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber meha remezanê divê mirov li xwarinên xwe bêhtir baldar bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Di meha remezanê de gelek kes rojiyê digirin. Her wiha niha ji ber kes di hundirê malên xwe de ne qada wan a tevgerê jî sînordar bû. Loma bi rojîyê re bi mirovan re qebzbûn jî dikare çêbibe. Ji bo vê divê xwarina seleteyê zêdetir bikin û piştî şîvê li gorî xwe werzîşê bikin. Her wiha ligel çay û qehweyê dikarin mewîjan bixwin."